> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hunermend Kasim Taşdoganî klîbeke nû weşand
- URL: https://www.botantimes.com/hunermend-kasim-tasdogani-klibeke-nu-wesand/
- Published: 2023-03-12T10:56:36.000Z
- Updated: 2023-03-12T10:56:36.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Kasim Taşdogan, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunermendê Kurd Kasim Taşdoganî klîba strana xwe ya bi navê "Mîrate" weşand.

Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî Heskîfê heta peykerên zarokên ên hatine kuştin tên nîşandan.

Bi taybetî hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê yên li Amedê di klîbê de cîhê xwe digre.

Her wiha dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî di klîbê de cîh digre.

> [](https://twitter.com/k%5Ftasdogan/status/1634282379719200784?ref=botantimes.com)

***Gotinên stranê wiha ne:***

***Mîrate***

***“Koka dara şîn***

***Ji bin ve nayê birîn***

***Bê giyan û bê hilm hiştin***

***Bihara me dizîn***

***Hebûna te zor û tade***

***Mayina te nema zêde***

***Mîrateya te ya rizî***

***Tenê talan tenê dizî***

***Ne xezeb û ne nifiran***

***Nakim li we mêtîngeran***

***Ka guh bidin vê hewarê***

***Ava bikin qesra starê”***