> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hunermend Rewşanê straneka nû weşand
- URL: https://www.botantimes.com/hunermend-rewsan-celikere-straneka-nu-wesand/
- Published: 2024-09-13T07:28:15.000Z
- Updated: 2024-09-13T07:28:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, albuma hinar, Amed, bêrî, Kurd, Kurdî, Rewşan çeliker, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hunermend Rewşanê strana xwe ya nû "Bêrî" weşand û li ser platformên dijîtal belav kir.

Ev stran, yek ji stranên albuma nû Hinarê ye ku wekî Rewşanê daye zanîn, ew vê stranê wekî mizgînîya albûmeka nû belav dike.

Albuma Hinarê dê 18yê Cotmehê roja înê li ser hemû platformên muzîkê bê weşandin.

Di temamîya karîyera xwe da, cara ewil e albumek bi tevahî ji besteyên wê yên orîjînal pêk tê û hemû gotin ji alîyê wê ve hatine nivîsîn.

Gotin û mûzîka *Bêrî*yê ya Rewşanê bi xwe ye ku ev stran wekî refleksekê ji serpêhatî û çîroka wê der bûye.