> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Îran difikire ku dikare bi Trump re li hev bê - NYT
- URL: https://www.botantimes.com/iran-difikire-ku-dikare-bi-trump-re-li-hev-be-nyt/
- Published: 2024-11-11T16:57:22.000Z
- Updated: 2024-11-11T16:57:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hikûmeta nû ya Îranê ji nû ve hilbijartina Trumpî wek derfeteka dîrokî dibîne.

Pênc rayedarên hikûmeta Îranê yên ku nexwestine nav û erkên wan bên eşkerekirin, dibêjin Trump dikare alozîyên dirêj ên di navbera her du welatan de çareser bike.

## Trump ji çêkirina peymanan hez dike

Hamid Aboutalebi, şêwirmendê berê yê hikûmeta Îranê, di nameyeka vekirî de ji Serok Pezeshkian xwestiye ku pîrozbahîya hilbijartinê li Trump bike û siyaseteka nû ya pratîk destpê bike.

## Rêberê olî asteng e

Lê biryarên girîng li Îranê ji alîyê Rêberê Olî Ayetullah Khamenei ve tên dayîn. Khamenei di serdema yekem a Trump de gotûbêjan qedexe kiribû.

## Dijberîya Sipahê Pasdaran

Beşên muhafizekar ên Îranê, bi taybetî Sipahê Pasdaran, li dijî her cure diyalogê ne. Wan gotiye ku ev yek xiyanet e li General Qasim Suleymanî ku di sala 2020ê de ji alîyê Trump ve hatibû kuştin.

## Aborî zextê dide hikûmetê

Rahman Ghahremanpour, şirovekarê siyasî li Tehranê, dibêje ku Îran gelek vebijêrk tune ne. Aborî di bin dorpêçan de lawaz bûye û nerazîbûna nav welêt zêde bûye.

## Helwesta Trump dê dîyarker be

Rayedarên Îranê dibêjin ku siyaseta wan a derve dê li gorî helwesta Trump û tîma wî ya nû were dîyarkirin. Trump gotiye ku ew naxwaze zirarê bide Îranê û tenê dixwaze pêşî li çekên nukleerî bigire.

*Çavkanî: The New York Times, Botan Times*