> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Îranê bi fuzeyan êrîşî Hewlêrê kir
- URL: https://www.botantimes.com/irane-bi-fuzeyan-erisi-hewlere-kir/
- Published: 2024-01-16T07:09:44.000Z
- Updated: 2024-01-16T07:09:44.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Îranê bi fuzeyan êrişî hewlêrê kir û birîndar hene.

Duhî bi şev dengê çend teqînan hat bihîstin li Hewlêr û derdora wê.

Supaya Pasdaran a Îranê êriş hilgirte ser xwe û eşkera kir ku êriş bi fuzeyên balîstîk hatîye kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gorî agahiyên çavkaniyan, bi gelek mûşek û dronan êrişî Konsulxaneya Amarîkayê ya Herwlêrê û baregeha hêzên hevpeymanî hatiye kirin.

Di dîmenên ku gehiştine Rûdawê de, xuya dike ku li taxên cuda yên Hewlêrê teqîn çêbûne û xisar gehiştîye hinek xaniyan.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî êrişan got, “Hewlêr naheje, nalerize û natirse.”

Umed Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew dê piştî zelalbûnê hejmara qurbaniyan eşkere bikin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha êrişan îşev wekî êrişên terorîstî pênase kir û got, “Ev karekî terorîstî û nemirovî ya li dijî Hewlêrê ye.”

Ji bo agahîyên berfirehtir [bitikîne](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1501202418?ref=botantimes.com).