> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Îranê fûze berdane Îsraîlê
- URL: https://www.botantimes.com/irane-fuze-berdane-israile/
- Published: 2024-10-01T17:54:11.000Z
- Updated: 2024-10-01T17:54:11.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Îranê fûze berdane Îsraîlê li telavîvê û gelek bajarên dî dengê zingezinga sîrenan bilid bûye. Li reşiya esmanan agirê ji fûzeyan derdikevin dixweyîn. Hêj ne dîyar e ka ti zerer daye Îsraîlê an na.

Li gor [nûçeya Rûdawê](https://www.rudaw.net/turkish/middleeast/011020249?ref=botantimes.com) Îranê bi sedan fûze berdane. Li gor wê nûçeyê Pasdaran jî daxuyanî daye û diyar kiriye ku wan dest bi êrîşeka bi fûzeyan kiriye.

Herweha ajansê ragihandiye ku Balafirgeha Telavîvê ji ber wan êrîşan hatiye girtin.

## Medyaya Îranê: Gelek fûze li axa Îsraîlê ketine

Ajansa Nûçeyan a Îranê, IRNAyê îdia kir ku [gelek fûze li axa Îsraîlê ketine](https://tr.irna.ir/news/85614716/Art-arda-patlamalar-i%C5%9Fgalcilerin-mevzilerine-onlarca-f%C3%BCzenin?ref=botantimes.com): Ji ber gelek fûze bi hev re hatibûn berdan hin li hewa hatine teqandin lê yên dî li axa Îsraîlê ketine.

## Amerîkayê çi gotibû?

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bidenî bi rêya dewleteka bi Îranê re têkiliya wê heyî peyamek ji Îranê re şandiye.

Li gor rojnameya [Haaretsê](https://www.haaretz.com/news/middle-east/2024-09-30/ty-article/.premium/u-s-warns-iran-direct-attack-on-israel-will-provoke-harsher-response-than-in-april/00000192-426f-d07b-aff3-57ef7ad20000?ref=botantimes.com) ya Îsraîlê, Bidenî ji Îranê re gotiye heger vê carê ew bela xwe li Îsralê bide, Îsraîl dê Dronan bifirîne û fûzeyan bibarîne.

Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbûllahê yên vê hefteyê, edlahî li welatên derdorê neketiye.

Amerîkayê dema ji Îranê re behsa wê yekê kiriye ku ew ê nekare bedena Îranê bigire gotiye “dê zehmet be em wê (Îsraîlê) sînordar bikin.”

\---

Wêne: SS, BotanTimes ji Sky Newsê