> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# MEE: Iraqê çawa Dînarên xwe dane Îranê û bêdînar maye?
- URL: https://www.botantimes.com/iraqe-cawa-dinaren-xwe-dan-irane-u-bedinar-ma/
- Published: 2023-03-04T11:39:59.000Z
- Updated: 2023-03-04T11:39:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di dema serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimîyî de, dema krîza enerjîyê derketî Iraqê enerjî ji Îranê kirîye.

Li gor [nûçeya](https://www.middleeasteye.net/news/iraq-dinar-iran-undermined-own-currency-crisis?ref=botantimes.com) Middle East Eyeyê piştî hikûmeta Kazimîyî Dînarên xwe dane Îranê, Amerîkayê ji bo Îranê cezayê sînordarkirinê (mûeyîde) îlan kiriye.

Iraqa Dînarên xwe dayîn nekarîye vegerîne. Vêca krîza ekonomîk çêbûye û pereyên dewletê li dewleteka dî asê maye.

Bi "reqemên fermî" di navbera herdu dewletan de bihayê 14 Milyar Dolarên Amerîkayê ticaret tê kirin.

Di 20 salên paşiyê de yek ji bikirên herî mezin ên Îranê, dewleta Iraqê ye. Herî zêde enerjîyê jê dikire.