> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# İSİG: Li Tirkîyê Îsal 1658 Karkeran Canên Xwe ji Dest Dane
- URL: https://www.botantimes.com/isig-li-tirkiye-isal-1658-karkeran-canen-xwe-ji-dest-dane/
- Published: 2022-12-12T10:31:33.000Z
- Updated: 2022-12-12T10:31:33.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, İSİG, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Meclîsa Saxlemî û Ewlekarîya Kar (İSİG) rapora ser mirinên karkeran weşand.  
  
Ew rapor bi agahîyên ji medya, heval û malên karkeran, pisporên ewlekarîya kar, doktor û sendîka hatiye hazirkirin.  
  
Li gor raporê, di 11 mehên pêşî yên sala 2022yan de li Tirkîyê 1658 karkeran canên xwe ji dest dane.  
  
Rapor dide zanîn ku 94 jin û 1564 mêran canên xwe ji dest dane ku li gor rêjeyê ew %6 jin in û %94 mêr in.  
  
Ji nav karkerên koçber yên canên xwe ji dest dane, 39 ji Sûrîyê ne, 18 ji Afganistanê û 7 jî ji Turkmenistanê.  
  
Stenbol bi 229 mirinên karkeran di nav bajarên Tirkîyê de li rêza pêş e û li dû wî bajarî bi 71 mirinan Îzmîr tê. Li Riha 32, li Dîyarbekir 21 û li Meletî 18 karker mirine.   
  
İSİGê Mijdara 2021an de dabû zanîn ku, di 11 mehan de 2017 kesan canên xwe ji dest dane.