> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ÎSMEK dê dersên zazakî bide
- URL: https://www.botantimes.com/ismek-de-dersen-zazaki-bide/
- Published: 2023-03-30T07:59:14.000Z
- Updated: 2023-03-30T07:59:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, îsmek, istanbul, Mamoste, Stenbol, zazaca, Zazakî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

ÎSMEK (Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê da qursan dide.

ÎSMEKê 3 sal berê dest bi dayîna dersa kurmancî kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike.

Ji ber ku beşa zazakî (kirmanckî) beşeka nû ye qurs dê di asta destpêkê da vebe.

> Zazakî asta destpêkê; Yên ku agahîyên bingehîn ên zazakî nizanin, yên ku dê nû hînî zazakî bibin, di asta herî bingehîn da, ji bo hînkirina peyvên zazakî, xwendin, nivîsandin û sazkirina têkîlîyê û pêşxistina vê ev bername hatiye sazkirin.  
>  
> *Qursên Perwerdehîya Pîşe û Hunerê*

Di beşa kurmancîyê da çar beş hene "Kurmancî Asta A1", "Kurmancî Asta A2", "Kurmancî Asta A1-A2 Klûba Axaftinê" û "Kurmancî Asta A2 Atolyeya Xwendina Tekstan".

Li gor bernameyê dersên zazakîyê dê di 8ê Nîsanê da dest pê bike û di 22yê Tîrmehê da bi dawî bibe.

Bernameya dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.

Ders dê rojên şemî û yekşeman di navbera 14.10-17.20an da çêbibe.