> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# İstanbul: Îstembola Îslambola Stenbolê û Muzîka Wê
- URL: https://www.botantimes.com/istanbul-istembola-islambola-stenbole-u-muzika-we/
- Published: 2023-09-05T14:08:09.000Z
- Updated: 2023-09-05T14:08:09.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, Podcast, SERNÛÇE, Vîdeo, Ahmet Aslan, Ali Baran, îstambol, îstanbul, Kurd, Kurdî, muzîka kurdî, Sezen aksu, Stenbol, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Navê wî bajarê dûr, berî ez herim mekteba Tirkan, di Kurmancîya zarokîya min de *Îstembol* bû.

Piştî min dest bi mektebê kir û di kitabên Tirkî de *İstanbul* dît, *Îstembol*a min, bi avêtina *m*yê û anîna *n*yê hêdî hêdî qulibî ser *Îstenbol*ê.

Wan çaxan, dîndarên ku hîn temsîla xwe li îqtidara Tirkîyê tam nedîtibûn, bi kîn û kerb digotin ku “Navê bajêr di eslê xwe de *Îslambol* e; yanî Îslam lê pir e, lê seba ku nebêjin Îslam, gotine *İstanbul*."

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/A7846F08-5540-402B-B1C7-FEE0BDE8BD06-1-edited.jpeg)

Ji berga kitaba ser danasîna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2000

Dûra di kitabên Kurdî de min *Stenbol* dî û bo zimanê kitabî min *î*yadi *Îstenbol*a xwe de avêt, kir *Stenbol* ya xwe jî: Nola ku ferz bû ez bo xatirê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bêjim *Stenbol* û *Stenbol* binivîsim.

Salên lîseyê bi tesîra straneka bi dengê Edip Akbayram -ji CDyeka erzan û korsan- bi [Bekle Bizi İstanbul](https://www.youtube.com/watch?v=qwLn76UE%5FRs&ref=botantimes.com)a bi Tirkî, ku mehne Li *Hêvîya Me Be Îstanbul* bû,diketim xeyalan ku herim wî bajarî li unîversîteyeka rind bixwînim.

Ez çûm jî. Yek İstanbul Üniversitesi, yek İstanbul Teknik Üniversitesi, min li Stenbolê bi xwendinîya li unîversîteyan sal dan ser salan, lê bajar bi min pir giran hat, hat radeyekê ku min ji wê, ji qalmeqalm û qelebalixîya wê nefret kir. Serê salên 2010an bû. Bi nefreta ji Stenbolê min bi Tirkî xwe li stranên ser wê digirt bêmehne. Ji Teoman, [İstanbul’da Sonbahar ](https://www.youtube.com/watch?v=K7G%5Fi1kKt4I&ref=botantimes.com)mesela*, Payîz e li Stenbolê*, [İstanbul](https://www.youtube.com/watch?v=%5Ffw5GJdAbLY&ref=botantimes.com)a Pamela û ji dengê [Yahudîyên Stenbolê, Kante Kadife](https://www.youtube.com/watch?v=AZ-yhISAP0E&list=OLAK5uy%5FkKuvoR89gn5OZVRHZ7HiVrpyK2xiv9KTE&index=11&ref=botantimes.com)..

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/IMG_2410-1.jpg)

Qapaxa albûma Muzîka Bajarî ya Yahûdîyan, 2003

Min tevî wê nefretê û wan stranan dipirsî ji xwe, ka Kurdên Stenbolê lê, ka stranên wan yên ser vî bajarî? A Kurdan, Stenbola mest î mezin, her çiqas di folklora wan de heye jî, di edebîyata wan de tê xanê jî her çiqas ev bajar, û her çiqas vî bajarî tesîreka tam li rewşenbirîya wan kiribe jî, di muzîka wan ya modern de ew hema bêje tune.

Muzîkên modern yên Kurmancî - Zazakî yên ku di merkeza wan de Stenbol heye, pir û pir hindik in û ewên hene jî ne popûler in, nayên zanîn.

Ali Baran sala 1999an navê straneka bi Zazakî ya şîn-têda kiriye [Estembolo](https://www.youtube.com/watch?v=CCGBe-n0fjU&ref=botantimes.com). Dîsa bi Zazakî, Ahmet Aslan sala 2015an [Îstanbollo](https://www.youtube.com/watch?v=lfy0FNioA34&ref=botantimes.com) gotiye. Di stranê de Ahmet Aslan dibêje Stenbol hem cenet e hem cihenim, lê vê stranê gava bidî ber stranên wî yên din, ev gorey wan pir û pir hindik hatiye guhdarkirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/IMG_2412-1-edited.jpg)

Ji klîpa *Stenbol*a Mesut Çetinkaya, 2017

Mesut Çetinkaya sala 2016an di albûma nav *Kêm* de, nav [Stenbol](https://www.youtube.com/watch?v=mz%5F40GQspbc&ref=botantimes.com)straneka bi Kurmancî gotiye û sala 2017an klîpek jî çêkiriye bo vê stranê. Îstatîstîkên Youtube û Spotifyê raber dikin ku ev stran jî neketiye guh û dilan, populer nebûye.

Çi ye sebeb, ka kî zane seba çi wanî ye? Bi nefretê dibe, bi hezkirinê dibe, bi milyonan Kurdên Stenbolê dibe, lazim e stranên Kurdan jî hebin ser vî bajarî ku ji ya Sezen Aksu pir çêtir û pir populertir bin. Ew Sezen Aksuya ku dibêje: [de bira bişewite îşev Stenbol, bira xwelîyên wê jî li ber bê kevin](https://www.youtube.com/watch?v=nUhlsec8uhs&ref=botantimes.com)..