> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zerîbayê vîdyoklîbek çêkiriye
- URL: https://www.botantimes.com/jan-axin-ji-bo-strana-xwe-ya-zeribaye-vidyoklibek-cekiriye/
- Published: 2023-09-01T11:49:20.000Z
- Updated: 2023-09-01T11:49:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, alî kemal çinar, evîndar, jan axîn, kûlîlk, membawer, zerîba, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunermend Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zebîrayê klîbek weşandiye. Strana Zerîbayê di sala 2018an da derketibû.

Jan Axin piştî albûma xwe ya "Evînên Şikestî" (2005) 13 sal navber dabû û piştî wê navberê albûma xwe ya bi navê "Zerîba"yê (2018) derxistibû. Herwiha berîya wan herdu albûman jî Jan Axîn albûma bi navê "Bajar" di sala 2001ê da derxistibû.

Gotinên stranê ji alîyê Jan Axîn û Mem Bawerî ve hatine çêkirin. Derhinêr û çêkerê klîba Zerîbayê Ali Kemal Çınar e.

**Gotinên strana *Zerîba*yê**

1. Tu hêsirên evînê, tu xewnên şevan
2. Tu kulîlka biharê, behna dilînan
3. Çuqas wext derbasbû ji bo evînan
4. Dîsa jî min ji bîr nekir hevîyên jîyane
5. Natirsim ji van şevên xwe yên bêdawi
6. Ditirsim tu werî lê ez tunebim.
7. Zerîba zû were, Zerîba zû were
8. Wenda bûm, wenda bûm di tarîya şeve de.
9. Ez wek ba digerîyam li ser rûye te
10. Ez merd û mêrxasim bîne bîra xwe.
11. Deste min bêrîya destê te dikin
12. Hişê min li hatina te, pêjna te dikim
13. Natirsim ji van şevên xwe yên bêdawi
14. Ditirsim ez werim lê tu tunebî.
15. Zerîba zû were, Zerîba zû were
16. Wenda bûm, wenda bûm di tarîya şeve de.