> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Japonîya Japonyayê bi zimanê Kurdî dide naskirin: Erîka
- URL: https://www.botantimes.com/japaniya-japonyaye-bi-zimane-kurdi-dide-naskirin-erika/
- Published: 2026-01-30T11:20:06.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:18:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Vîdeo, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Celadet Alî Bedirxan di Hawarê de ji bo welatê "Japan" dibêje Japon û ji bo xelkê wê derê dibêje Japonî lê ji ber perwerdeya zimanê tirkî îro li Bakur em ji bo wî welatî dibêjin Japonya û ji bo xelkê wê derê jî dibêjin Japon.

Her ji ber perwerdeyê xelkê Başûr jî dibêje Yaban û Yabanî. Ji ber ko di erebî de herfên -J û -P nîne li şûna wan Y û -B hatiye danîn. Japan dibe Yaban. Heta ko "Pepsî" jî dibe "Bibsî".

Erîka Ueda hunermendeka Japon e û navê qenala wê "Japan bi Kurdî" ye. Li YouTubeyê weşanê dike û bi zimanê kurdî behsa welatê xwe dike.