> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ji ber barana zêde û lehiyê 9 kes mirin
- URL: https://www.botantimes.com/ji-ber-barana-zede-u-lehiye-9-kes-mirin/
- Published: 2023-11-20T14:16:57.000Z
- Updated: 2023-11-20T14:16:57.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Batman, DIYARBEKIR, êlih, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Amed, Êlih û Zongûldakê 9 kes ji ber barana zêde û lehiyê mirin.

arana zêde ya roja Şemî û Yekşemê li seranserê Tirkiyeyê bû, li Êlih û Amedê bû sedema mirina 8 kesan.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Kar û Barên Navxwe Alî Yerlîkayayî ya li Eregliyê 3 welatî ji ber lehiyê mirin. Her weha cenazeyê xebatkarekî keştiya ku noqî avê bûbû, hate dîtin.

**Êlih**

Ji ber barana zêde, li Êlihê lehî rabû û jina bi navê Lalîhan Guner a 54 salî û sê zarokên xwe bi ber avê ketin. Piştî demekê cenazeyê Gunerê ya niştecîha Taxa Seyîdan e, hate dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, temenê zarokan di navbera 1 û 9an de ye.

Vê sibê xebatên lêgerîna 3 zarokan dest pê kiriye û di encamê de cenazeye 3 xwişk û birayan hatine dîtin.

Baranê bandoreke zêde li gelek taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdan kir û gelek mal di bin avê de man.

Baranê bandoreke mezin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî kir. Piştî barîna baranê, av kete nava nexweşxaneyê.

Waliyî Êlihê Ekrem Canalpî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 3 welatî birîndar in û ew birine nexweşxaneyê.

Ji bo berdewamîya nûçeya li bianetê [bitikîne](https://bianet.org/haber/ji-ber-barana-zede-u-lehiye-9-kes-mirin-288155?ref=botantimes.com).