> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin
- URL: https://www.botantimes.com/ji-bo-em-zer-bigrin-me-kredi-kisand/
- Published: 2022-12-21T09:06:28.000Z
- Updated: 2022-12-21T09:06:28.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Amed, KREDÎ, ZÊR, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Enflasyon û qeyrana aborî ya li Tirkîyê tesîr li kirîn-firotana zêr jî kir. Buhayê gramek zêr, ku di sala 2021an de 398 lîre bû, îsal rabû 1088 lîreyan.   
  
Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayê kredîyan dikişînin û bi gazinc in ji vê rewşê, lê zêrfiroş dibêjin buhayê zêr li gor enflasyonê ne zêde ye.   
  
Botan Times ser kirîn-firotana zêran bi zêrfiroş û ciwanên berzewac re axifî.

**“Divê gramek zêr 1500 lîra be''**

Serokê Odeya Zêrfiroş û Serafan ya Dîyarbekir Mehmet Yuksel dîyar dike ku zêr bi giştî di dawîya salê re buha dibe û dibêje li gor enflasyonê ew buhayê niha kêm e.   
  
Yuksel dide zanîn ku jiber şertên şerî û qeyrana aborî divê gramek zêr niha 1500 lîre be.

Ew balê dikişîne ser wan ciwanan ku bo kirîna zêran kredîyan dikişînin û dikevin bin deynan.   
  
Bo ev rewş biguhere, Yuksel dibêje dewlet ku çawa alîkarî dide karsazan, divê destekê bide ciwanên berzewac jî.

**“Êdi nîv-gram zêr dikirin”**

Veysî Bîlgîn 10 sal in li Dîyarbekir zêrfiroş e. Bîlgîn dibêje zêrên dawetan, li gor her herêmekê diguhere û dibêje li dora Dîyarbekir, edet zincîreke 1,5 metreyî, 4 cot bazin, 3 gustîlk in ku ew zêrên par 80 hezar lîreyî bûne îsal rabûne 200 hezar lîreyî.   
  
Zêrfiroş Bîlgîn dîyar dike ku jiber enflasyonê edet guherîne û dibêje, berê şerm bû ku yek rib-zêrekî bo daweta nasekî xwe yê dûr bibe, lê niha milet ji nasên xwe yên nêz re nîv-gram zêr dikire.

**''Me bo zêran 200 hezar lîra kredî kişand''**

Ayşe, ku nexwest paşnavê wê eşkere bibe, li Rihayê bi meaşê kêmane li marketekê dixebite. Destgirtîyê wê jî li eynî bajarî dişixule û meaşê kêmane distîne.   
  
Her du dibêjin ew salek e destgirtî ne û jiber buhayê zêde nikarin bizewicin.   
  
Ser kirîna zêran, Ayşe dîyar dike ku li Rihayê li gor bajarên din pirtir zêr tê kirîn û ew jî mesrefekî mezin çêdike.   
  
Destgirtîyê Ayşe dide zanîn ku wan nêzî 100 hezar lîrayî kom kirine, lê ew bi vî pereyî bi tenê dikarin hinek eşyayên malê bikirin û mesrefên dawetê bidin.   
  
Ew dîyar dike ku wan 200 lîre kredî kişandiye ku ewê bi wê zêran û hin kêmasîyên xwe yên din bikirn.  
  
''Em bi deynan dizewicin, zehmet e, emê van deynan ancax di demeke dirêj de bidin'' destgirtîyê Ayşe dibêje.

**''Taleba cîhanê her sal 4 hezar ton zêr e''**

Banka didin zanîn ku bi pandemîya vîrusa korona re milet berê xwe daye kirîna zêr û fîyetên rekorî çêbûne.   
  
Taleba bo zêr li cîhanê her sal bi qasî 4 hezar ton e û fîyet pirtir bi wan pîyaseyan bêlî dibe ku bi wade ne.