> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ji bo sê bajaran qedexe hat ragihandin
- URL: https://www.botantimes.com/ji-bo-se-bajaran-qedexe-hat-ragihandin/
- Published: 2024-05-17T07:35:59.000Z
- Updated: 2024-05-17T07:35:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Mêrdîn, Qedexe, qedexe hat ragihandin, xwepêşandan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li sê bajarên Kurdistanê, li Amed, Mêrdîn û Bedlîsê, li ser biryarên Doza Kobanîyê 4 rojan hemî cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Piştî dîyarbûna biryarên Doza Kobanîyê yên li ser sîyasetmedarên kurd li sê bajaran qedexe hatin ragihandin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û 29 sal ceza jî da Figen Yüksekdagê.

Herwiha Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk ji Doza Kobanîyê ceza wergirt.

Li gorî nûçeya Rûdawê daxuyanîya qedexeyan bi vî rengî ye:

“Ji bo parastina nîzam û ewlehiya giştî ya can û malê welatiyan, her cure çalakiyên ku tê xwestin li qadên vekirî werin li darxistin (kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina konan, belavkirina belavok/broşur, daliqandina afîş/pankart û hwd… ji saet 18.45ê roja 16.05.2024ê heta saet 23.59ê roja 19.05.2024ê, di nav sînorên parêzgeh û navçeyên me de (herêma cendirmeyan jî tê de) 4 rojan qedexe ye.”