> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ji hilbijartinan ra 3 roj mane Erdogan bang li kurdan kir
- URL: https://www.botantimes.com/ji-hilbijartinan-ra-3-roj-mane-erdogan-bang-li-kurdan-kir/
- Published: 2023-05-11T09:32:34.000Z
- Updated: 2023-05-11T09:32:34.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sîyasetmedarên Tirkîyeyê ji bo dengên kurdan bistînin di nava hewildanan da ne.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belavkir û dengê hilbijêrên kurd xwest.

Erdogan dibêje ew dê bi piştevaniya Kurdan “Sedsala Tirkiyê” ava bikin.

Ew diyar dike ku kêmasiyên wan hebûne û herwiha wan xwestine ku gelek tişt bikin, lê nekarîne pêk bînin.

> Xwîşk û birayên min ên ezîz yên Kurd, her kî dest dirêjî li heqên we bike dê li hemberî xwe Tayyîp Erdogan  
>  
> û Tifaqa Cumhurê bibîne.  
>  
> Tayyîp Erdogan

> [](https://twitter.com/RTErdogan/status/1656545570499043333?ref=botantimes.com)

Berîya niha namzetê Tifaqa Miletî Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi sernavê 'Kurd' vîdeoyek belavkiribû.

Ew vîdeo ji aliyê Erdogan û aligirên hikûmetê hatibû rexnekirin.