> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ji Sazîyên Kurdî daxuyanîya 15ê Gulanê: Divê em tekoşînê xurtir bikin
- URL: https://www.botantimes.com/ji-saziyen-kurdi-daxuyaniya-15e-gulane-dive-em-tekosine-xurtir-bikin/
- Published: 2023-05-15T19:38:24.000Z
- Updated: 2023-05-15T19:38:24.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sazî û komeleyên kurdî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke weşandin.

Saziyên kurdî di daxuyaniya xwe da cejna zimanê kurdî li hemû gelê kurd pîroz kirin û banga xurtkirina tekoşînê kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin; “

> Gelê kurd tevî hemû dijwarî û xetereyên qirkirinê heta roja îro bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e. Çawa ku gelê me hemû xetereyên li pêşiya xwe derbas kirine û di qonaxên dîrokî re derbas bûye û zimanê xwe bi awayekî wisa daye qebûlkirin ku tu hêz nikare ji nav bibe, ji niha û pê de jî dê zimanê xwe bibe asteke wisa ku layiqî zimanê me ye.  
>  
> Em bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî careke din bi xurtî diyar dikin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

## Saziyên îmzeya wan li daxuyaniyê ne ev in:

> Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed  
>  
> Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt  
>  
> Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr  
>  
> Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih  
>  
> Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed  
>  
> Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan  
>  
> Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed  
>  
> Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr  
>  
> Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere  
>  
> Kovara Destar – Amed