> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Jîyana Yilmaz Guney dibe fîlm
- URL: https://www.botantimes.com/jiyana-yilmaz-guney-dibe-film/
- Published: 2023-04-10T10:20:32.000Z
- Updated: 2023-04-10T10:20:32.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Jiyana hunermendê navdar yê sînemayê Yilmaz Guney tê ser perdeya sipî.

Organîzator û xwediyê şirketa Midwoodê Ahmet Sanî dîyar kir ku wan ji pirtûka Fatoş Guneyê a bi navê "Caman bişkînin bila çûk jê xilas bibin"senaryoya fîlmê amade kirine.

Li gor agahîyan amadekariyên fîlmê ev nêzîkî salek e berdewam dike.

Hat dîyarkirin kişandina fîlmê dê di meha îlonê de dest pê bike û derhenerîya wî jî dê ji aliyê derhenêrekî bîyanî ve bê kirin.

Fîlm ji bilî Tirkiyeyê li Parîsê, Cannesê û Bukreştê dê bê kişandin.

Ahmet Sanî diyar kir ku armanca sereke ya fîlm ew e ku Yilmaz Guney û sînemaya wî bi nifşên nû bidin nasîn.

Tê plankirin promiyera fîlmê berîya Tirkiyeyê, li Cannesê bê lidarxistin.

Tê payîn fîlmê di payîza sala 2024an da bê ser perdeyê.