> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ‘Kara Üzüm Habbesi’ya Kardeş Türkülerê û Qere Tirî Hebesîya Wê
- URL: https://www.botantimes.com/kara-uzum-habbesiya-kardes-turkulere-u-qere-tiri-hebesiya-we/
- Published: 2023-07-25T18:04:22.000Z
- Updated: 2023-07-25T18:04:22.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, Kara Üzüm Habbesi, Kardeş Türküler, Kurd, Kurdî, muzîka kurdî, Ömer faruk baran, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Koma Kardeş Türkülerê dawîya sedsala 20an bi nermbûna atmosfera sîyasî û bi rabûna hinek yasaxan re aştî û biratîyeka muzîkal anîye Tirkîyê.

Wê koma ku xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê ya Stenbolê çêkiriye, bi zimanên cuda raber kiriye ku li sînorên resmî yên Tirkîyê deng û rengên ji hev cihê hene û her yek ji wan ji halê xwe razî, tarz û tahmeka din dide.

Stranên Ermenîyan gotine mesela Kardeş Türkülerê di albûmên xwe de, yên Gurcî û Suryanan û yên Zaza û Kurmancan.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/E0CC98F6-89D9-4FE1-A51A-0A68E6985BC6.jpeg)

Îstatîstîkên albûmên Kardeş Türkülerê heta 2007an.

De ji wan albûmên Kardeş Türkülerê ya ku nav *Doğu* ye û nola navê xwe yê bi Tirkî, mealen şewqeka şerqî dide di dewra xwe de, wer deng daye, wer hatiye hezkirin û wer pir hatiye firotan ku komê di konseran de bi dehan salan xwe ekserî li stranên wê albûmê girtiye.

Ji wê albûma *Doğu*yê, *Kara Üzüm Habbesi* bi rîtma xwe ya radike reqsê, bi Tirkîya xwe ya Rihali û bi Kurmancîya xwe ya *ava dilê min keliya* bêmehne, hîn jî di konseran de coş û peroşeka tam çêdike û gava diqede, bi guhdaran bi Tirkî *bi daha bi daha* bi Kurdî c*arek dî carek dî* dide gotin.

Bira bistrê Kardeş Türküler *Kara Üzüm Habbesi*yê, bira careka din bistrê, lê lazim e em jî bistrên ku seyra vê stranê ji Riha heta Stenbolê qedereka têra xwe ecêb çêkiriye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/735086_280031652122795_1923814587_n-2.jpg)

Mehmet Durak Şerbetçi, Arşîv: Yaşar Duru

Tarîxçiyên Riha dibêjin, yê ku stran li hev anîye ji nîvê sedsala 20an Mehmet Durak Şerbetçi ye, ku ew di destan de şûşek şeraba erzan yan îspîrtoyeka hêşin tim li mekan-meskenê xwe, li Qebristana Bedîuzzeman bûye. ''Li vê qebristanê'' dibêjin tarîxçi mehnedar, ''ne sax bû û ne mirî bû Şerbetçi'', û dibêjin ''ew bi dîtina çavên milet, dîn û dîwanekî li nêv merzelan bû û wî li wir sewta xwe wer dida dû beyt û stranan..''

*Kara Üzüm Habbesi* ji dengê Seyfettin Sucu heta yê İbrahim Tatlıses bi dehan salan nola ku straneka anonîm bûye hatiye gotin, lê dûra qîz û kurekî Mehmet Durak Şerbetçi bi doz û delîlên li mehkemeyan îspat û tescîl kirine ku ew stran ya bavê wan e.  
  
Detayên di kartoneta *Doğu*yê de raber dikin ku Kardeş Türkülerê jî sala 1999an ya albûm derketî *Kara Üzüm Habbesi* anonîm dihesibandiye.   
  
Li kartoneta *Doğu*yê, Kardeş Türkülerê gotiye ku tevî ku ew zanin *Kara Üzüm Habbesi*ya Riha hem bi Kurdî tê gotin hem bi Tirkî, wan gotinên bi Kurdî yên stranê nedîtine û Kurdîya wê ji xwe re çawalêhato li hev anîne.

Gorey malûmatên Kardeş Türkülerê, wê komê bo gotinên bi Kurdî yên *Kara Üzüm Habbesi*yê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)yardim xwestiye, lê wê ti cewab nedaye. Wan salan NÇM û Kardeş Türküler ketine hin minaqeşeyan ku hêla Mezopotamyayê derdora Boğaziçiyê bi xerabkirina orîjînalîteya stranan sûcdar dikiriye.

Bes ya ji metn û meclîsên muzîkal tê xanê, orîjînala *Kara Üzüm Habbesi*yê bi Tirkî ye û heta ji Kardeş Türkülerê Vedat Yıldırım ji xwe re li dora wê stranê li hev anîye jî, ti bîna Kurdî ji wê nehatiye. Mehmet Durak Şerbetçi li meqameka bûkxwestinê ya Rihaliyan gotinên xwe yên *Kara Üzüm* Habbesiyê rêz kirine û dûra her muzîsyenekî li gor dilê xwe gotinek du gotin li stranê zêde kirine.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/IMG_1814.jpg)

Qapaxa strana *Kara Üzüm Habbesi* ya koma Rastak

Bi guherandin û bi lêzêdekirinê bi dehan qeydên *Kara Üzüm Habbesiyê* çêbûne ku ji wan yeka enteresan ya Rastak Ensemble ya Îranê ye.  
  
Rastak Ensemble bo *Kara Üzüm* Habbesiyê fotografeka muzîsyenên komê û Stenbolê avêtiye ser qapaxê û bo stranê gotiye *straneka kevn ya Tirkîyê*. *Kara Üzüm Habbesi*ya bi eslê xwe ji Riha here Stenbolê û ji wir mîna ku ji wir be here heta Tehranê.. Gava hidûd ne hidûdên normal yên kulturî bin, ka kî şik bibe û bibîne ku di muzîk û mesafeyê de ji Tehran, Stenbol û Riha yên nêzîkî hevdu Riha û Tehran in û Stenbol dûr dikeve.   
  
Ew meseleyeka din, eger hîn jî li gotinên Kurdî yên *Kara Üzüm Habbesi*yê digere Kardeş Türküler: *Qere tirî hebesî lê lê lê lê canim*, *dil hez nake herkesî*, *esmer tu çeleng î*, *keçka nazli ji xwe razî*, *lê lê lê lê canim*, *esmerler xowardesî*, *esmer tu delal î*.

**Çavkanî**

Kardeş Türküler, *15 Yılın Türküsü*, BGST Yayınları, İstanbul, 2008.

Yaşar Duru, *Sıra Gecesi - Şehir, Zaman, Mekan, İnsan Yazıları,* Hemşehrim Yayınları, İstanbul, 2007.

Mehmet Kurtoğlu, *Ezelden Urfa - Bir Şehir Aforizması*, Çizgi Kitabevi Yayınları, Konya, 2018.

Necati Aydınlı, *Urfa Türküleri ve Öyküleri*, Şanlıurfa Valiliği İl Kültür ve Turizm Yayınları, İstanbul, 2008.

Kardeş Türküler, *Doğu*, BGST - Kalan Müzik, 1999.

Rastak Ensemble, *Kara Üzüm Habbesi*, 2020.

Urfa Eski Fotoğraflar, Arşiv: Yaşar Duru, Facebook, 25 Ocak 2013.