> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kargeha çîrokên afirîner dest pê dike
- URL: https://www.botantimes.com/kargeha-ciroken-afiriner-dest-pe-dike/
- Published: 2023-10-12T08:00:03.000Z
- Updated: 2023-10-12T08:00:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kargeha çîrokên afirîner dest pê dike.

*Kargeha Çîrokên Afirîner*, dê bi hevkarîya Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Weşanxaneya Moriyê bê lidarxistin.

Kargeh dê bi beşdarîya nivîskar Mem Bawer pêk bê ku wî heta niha 14 kitêbên zarokan amade kirine û weşandine.

Ew dê li kargehê, li ser çîroka kurdewar û folklorîk "Hebhinarê" rawestin. Li ser çîrokan, berî xwendinê fikr û ramanên zarokan dê bêne standin. Paşî dê çîrok bê xwendin û dê bi pirs û bersivan biqede.

Ew dîyar dikin ku ji bo pêşveçûna xewn û xeyalên zarokan ew dê li ser mijareka dîyarkirî ji zarokan bixwazin ku vê carê ew çîrokekê binivîsin û dê li ser wan çîrokan gûtûbêj bêne kirin.

Kargeh li Ma Zarokê 15yê cotmehê saet 16:00-17:00an dest pê dike û dê hefteyekê dewam bike.

Kontenjana wan ji 15 kesan pêk tê ku divê temenê serlêderan di navbera 10-14 salîyê da bin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/36665c8a-1c61-424e-a0b0-6dae6c08a40c.jpg)