> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kasım Taşdoğan: Ez hewl didim ji tiştên utopîk, şiyanên xeyalî û romantîk xwe dûr bihêlim
- URL: https://www.botantimes.com/kasim-tasdogan-ez-hewl-didim-ji-tisten-utopik-siyanen-xeyali-u-romantik-xwe-dur-bihelim/
- Published: 2023-11-19T13:22:58.000Z
- Updated: 2023-11-19T13:22:58.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, DIYARBEKIR, kasım taşdoğan, kasım taşdogan, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Xeyala te ji bo Kurdan çi ye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_4992-edited-scaled.jpg)

Ne tenê xeyal, bi hêvî û bi bawer im, di vê serdemê de gengaz û mimkun e ku Kurd, bi ruyê xwe yê hemdem û pêşverû, dê li Rojhilata Navîn bibin mînak û dê finda ronahiya neteweyên li vê erdnigariyê bi serbilindî rakin û bi ser kevin. Him di warê netewbûn, him bi bizavek pêşverû û him jî di warê polî û zayendî de.

**Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgîniyek te heye?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_20220110_224545.jpg)

Ji mêj ve ye armanca min ew e ku ez bi temamî berhemên xwe çêbikim û xwe nespêrim berhemên kevn û klasîk. Li dû vî esasî jî hewl didim zêdetir biafirînim. Niha jî li ber destên me du helbestên nivîskarekî Kurd ê girtî hene ku em ê hewl bidin wan beste bikin. Hêvî dikim di demekî kin de biqedin û em wan bighînin guhdarvanên muzîka Kurdî.

**Heyraniya te ji bo kîjan şexsiyet/an heye, çima?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_4842.jpg)

Ez ne xwediyê çanda heyranîyê me. Lê belê gelek kar, berhem û şexsiyet hene ku ez ji wan gelek hez dikim û mînak digrim ji xwe re. Di nav mûzîkjenên Kurd de ez dikarim bêjim Rotînda yê sereke ye. Ji ber ku fikir, derûnî, bîrdozî û hemî armanc û hewldanên xwe yên takekesî dispêre yên civatî û neteweyî, û di nav berhemên xwe de wan bi tevahî dihûne. Dîsa bi heman nêrînê ji mûzîkjena Emerîkî ya navdar Nîna Sîmonê jî gelek hez dikim. Gelek kesên din jî hene.

**Heke mumkun bûya te dixwest çi şiyanên te hebin û ji bo çi bikar bînî?**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/IMG_6679.jpg)

Ez hewl didim ji tiştên utopîk û şiyanên xeyalî û romantîk xwe dûr bihêlim. Ji ber ku em mirovên xwedî şiyanên gelek bi qudret in û em wan bi temamî bi kar nayînin. Dikarim bêjim ku; hêvî dikim şiyaniyên xwe yên heyî ji bo berjewendî û xweşiya xwe û civaka xwe bi temamî bikar bînim.