> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire
- URL: https://www.botantimes.com/kerem-sevinc-de-stranan-bi-zazaki-beje/
- Published: 2025-03-18T16:07:50.000Z
- Updated: 2025-03-18T16:07:50.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire. Li gorî çavkanîyan, konser dê saet 21:00ê dest pê bike û ji alîyê Chalak Events ve hatiye organîzekirin.

## Sevînç albûma xwe ya "Newe Ra" dê pêşkêş bike

Kerem Sevînç ku bi taybetî bi stranên xwe yên Zazakî tê naskirin, dê di vê konserê de albûma xwe ya sêyemîn "Newe Ra" pêşkêş bike. Albûma ku sala 2023ê derket, tarzeke elektronîk-etnîkî pêşkêş dike û ji bo muzîka Kurdî rêbazeka nû dide ber çavan.

Çavkanî: Chalak Events