Kevneşopiyeke windabûyî di nav Kurdên Anatoliya Navîn de: Berê 8 awayên zewacê hebûn

Kevneşopiyeke windabûyî di nav Kurdên Anatoliya Navîn de: Berê 8 awayên zewacê hebûn

Nûçe: İnanç Yıldız

Nivîskarê Kovara Bîrnebûnê Dr. Fikret Yıldız (Dr. Mîkaîlî), ku ji gundê Mikaîla yê girêdayî navçeya Polatliyê ya Enqerê ye, wî kevneşopiyên zewacê, yên ku berê di nav Kurdên Anatoliya Navîn de dihatin jiyîn û îro bi piranî winda bûne ji Şoperêçê re vegotin.

Yıldızî got ku di cîhana îroyîn de zewac bi biryara kesan tê kirin, lê di jiyana kevn a gund û eşîran de şertên civakî, aborî û erdnîgarîyê şêweyên zewacê diyar dikirin. Wî anî ziman ku ji mezinên xwe ev kevneşopî bihîstine û bi xwe jî şahidê hin ji van cûre zewacan jî bûye.

Yıldızî got ku berê li herêmê nêzîkî heşt awayên cuda yên zewacê hebûn. Li gorî wî, ev cûre ev in; Berdel(Berdêl), Biskbirîn, Serda rûniştin, Lixu markirin (Li xwe nîkahkirin), Hewîanîn (kumakirin), Zewaca bîya (Zewaca jina berdayî), Revandina keç û xortan(Revandina keç an xort) û Bi Navê Xwedê Xwastin(Bi emrê xwedê xwestin) bûn. Bi kurtasî heşt cûre zewac hebûn. Ew jî wiha ne:

1. Berdel: 'Ne her dem bi zorê dihat kirin'

Berdel çi bû? Berê pir deng dida û carinan weka rewşeka neyînî di nav Kurdan de dihat dîtin. Lê berdel, ji ber ku di berê de eşîr û gund pir bûn, ji bo kesekî biyanî nekeve gund, nekeve nava gel û herî girîng jî ji bo mesrefên dawetê kêm bin, dihat kirin. Yekî keça xwe dida yekî din, wî jî keça xwe dida wî. Di heman demê de hem zewac pêk dihat û hem jî jin didan hev. Yanî ne hewce bû ku her dem keça mam, met, xal be; ev cureyeka peymaneka civakî bû. Bêguman razîbûna keç û xortan dihat pirsîn. Yanî ne bi zorê bû. Dibe ku hin mînakên bi zorê jî hebûn lê ew îstîsna bûn. Bi vî awayî berdel dikirin. Berê ev mijar nedibû pirsgirêk, lê îro bi temamî winda bûye. Kes bi vî awayî nazewice, her kes li gorî dilê xwe dizewice.

2. Biskbirîn: 'Porê ku di bîsikê de hatibû birîn'

Biskbirîn jî wiha bû: Dema keçek dihat dinê, kesek ji malbat an ji derdorê dihat, ji biska wê (porê perçemê) dibirî û digot "Ev keç ji kurê min re ye, ya min e." Dema ew zarok mezin dibû, ger ew kesê ku soz dabû sax be û rewşa malbatan neguherîbe, keç rasterast bi wî re dihat zewicandin. Jê re "biskbirîn" digotin. Di zimanê me de "bisk" ew beşa porê dirêj, bizav an lûle ye.

3. Serda rûniştin: 'Jineke ku bi dilê xwe li ser malê rûdine'

Serda rûniştin awayekî dramatîk bû. Berê jineke berdayî yan bêzewac an jî keçeke ciwan, diçû mala mêrekî an malbatekê û li wir rûdinişt. Ger mêr zewicî be jî, ew diçû ser wî rûdinişt. Jê re "serda rûniştin" digotin. Ev rewş bi gelemperî pir dramatîk pê dihat. Her dem nedihat qebûlkirin, rêza wan keçan li wê malê nedihate girtin. Malbata keçê ev rewş weka meseleyeka namûsê didît û red keça xwe dikir; malbata ku çûbûyê jî pir hurmet nîşan nedida, ji ber ku li gor serê xwe û wekî penaber hatibû ketibû nava wê malê.

4. Lixu markirin: Xwe nikahkirin

Lixu markirin jî ew bû ku kesên dewlemend û hal û wextê wan baş, jineke ku jê hez dikirin an jî jineka hewcedar bû di bin parastina xwe de digirtin û bi wan re dizewicîn. Berê mêrek qeweta wî hebe dikaribû çar-pênc jinan li xwe bigire. Berê ev rewş jî beşek ji avahiya civakê bû. Îro ev jî nemaye.

5. Hewîanîn (kumakirin): 'Anîna kuma ne ji bo kêfê, ji bo hêza kar bû'

Hewîanîn jî hebû. Jina ku zarokê wê çênedibûn, hewî dianîn serê. Carinan jinan bi xwe diçûn ji bo mêrê xwe li jinekê digerîyan yan dixwestin. Ev yek jî ji bo hewî ne yeka biyanî be dikirin; bi gelemperî ji derdora xwe, ji nêzîkan, mesela keça metê, carinan jî ji xwişkên xwe yek dihilbijartin da ku hem zarok hebin hem jî li malê xerîbîya hev nekin û rehet bin. Ev rêbaz her dem ne ji ber nebûna zarokan dihate tercîhkirin. Li gundê me berê di dema bav û bapîrên me de piraniya kesan du-sê jinên wan hebûn. Kesên hal û wextê wan baş jî çar-pênc jin hebûn. An jî mêrê ku jina wî mirîbû an nexweş bû jî jineka din dianî. Berê kar û bar pir zêde bû; zevî, deşt, pez, karên malê hebûn û ji bo van kes lazim bûn. Ji ber vê yekê dizewicîn. Yanî ne wek îro bû. Îro kesên derve dinêrin dibêjin "diçe dizewice, dike nav odeyekê, jiyanê li ser jinan heram dike", lê berê wiha nebû. Ev rewş îro pir şaş tê fêmkirin. Lê ev jî winda bûye, hema bêje kes bi vî awayî nazewice êdî.

6. Zewaca Jina Berdayî: 'Zorengariya şeran'

Zewaca jina berdayî jî wiha bû: Berê di şeran de hema hema hemû mêrên gundê me dihatin kuştin, kes li paş nedima. Jin berdayî diman. Jin careka din dizewicîn, ji wê zewacê jî du zarok çêdibûn, paşê ew mêrê ku pê re zewicîbû jî di şer de hatiba kuştin jin dîsa berdayî diman û dîsa bi yekî re dihatin zewicandin. Bi gelemperî malbata jinê (birayê wê an mala bavê wê) ji bo parastinê ew didan yekî. Yanî di van şertan de mafê biryardayîna vê yekê bi tena serê xwe ne ya jinê bû.

7. Revandina Keç û Xortan:

Revandina keç û xortan carinan di dawetan, şahiyan de diqewimî. Li gundan an di nav eşîrê de ciwanên ku ji hev hez dikirin hev direvandin. Berevajî ya ku tê zanîn, carinan keçan xort direvandin; ne tenê xortan keç direvandin. Dema dilê keçê hebû, ji xort re xeber dişand, digot "Min cihêzê xwe amade kiriye, were min birevîne". Carinan jî dema direviyan, ji ber ku ji malbata keçê ditirsiyan diçûn xwe di parastin kesên bi hêz. Diketin bin parastina wan, mezinan jî di navbera wan de aştî çêdikirin.

8. Xwestina bi navê xwedê:

Xwestina bi navê xwedê jî ya herî berbelav û pejirandî bû. Ev jî di gund û eşîran de berbelav nû. Ne tenê di nav gund de, li derdora gundê me gundên wekî Bazka, Zırka, Canbeg hebûn û hemû bi hev re dizewicîn.

Zewacên di navbera Tirkan û Kurdan de hema bêje tunebûn. Mezinên me digotin: "Ger li gund an di eşîrê de kes wê keçê nexwaze, wê demê ew didan Tirkan." Berê wiha bû. Tirkan jî bi hêsanî keç nedidan Kurdan, Kurdan jî nedidan Tirkan. Tenê çend îstîsnayên çêdibûn. Nêzî du sed sal berê mêrekî Tirk kesek kuştibû û hatibû li gundê me, li pişt gundê me penah girtibû. Xwe parastibû gundê me. Wî wextî yên me keçek jî dabûnê û li wir zewicî bû û mabû. Ji bo kesên ku penah digirtin carinan îstîsnayên wiha çêbûne.

"Ez di dawetekê de bûm wekîlê bûkê"

Dr. Fikret Yıldızî di dawiyê de bîranînên nikahên olî yên kevneşopî û daweteka ku bi çavên xwe dîtiye jî parve kir:

"Di nikahan de Mele dihat; du xortên ciwan aliyê zavê, kesekî jî aliyê bûkê temsîl dikir, dibûn şahid. Meleyî jî dua dixwendin. Her tişt li gor usûlê dihate kirin. Min jî di ciwanîya xwe de carekê wekîltî kir. Di daweta Bîlalê Tozoyê Karadikê de ez bûbûm wekîlê jina wî, wekîlê bûkê, min ew berpirsiyarî hilgirtibû.

Îro dema ez vedigerim û dinêrim, hemû tiştên ku me behsê kir weka dîrokeka dûr xuya dikin. Êdî ne berdel maye, ne kuma û ne jî birîna porê di bîsikê de… Îro herkes li gorî dilê xwe dizewice, awayên kevn bi temamî bûne dîrok."

"Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya 'Bihêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal' de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.