> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kîjan partîyê çend parlamenteran derxistiye?
- URL: https://www.botantimes.com/kijan-partiye-cend-parlamenteran-derxistiye/
- Published: 2023-05-15T09:19:39.000Z
- Updated: 2023-05-15T09:19:39.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Uncategorized, ZindiHilbijartin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Encamên ne fermî yên Hilbijartina Parlamenterîyê ya Qonaxa 28an li parlamentoya Tirkîyê rêjeya dengên partîyan û hejmara parlamenteran diyar bûne.

> AK Partî ji sedî 35.4,  
>  
> CHP ji sedî 25.39,  
>  
> MHP ji sedî 10.06  
>  
> ÎYÎ Partî ji sedî 9.82  
>  
> Partîya Çepên Kesk ji sedî 8.78  
>  
> Partîya Karkerên Tirkîyê ji sedî 1.71 dengan bi dest xistine.

**AK Partî**

> AK Partîyê di hilbijartinên 2018an 295 parlamenter derxistibû.  
>  
> Di hilbijartina 14ê Gulanê da 266 parlamenter bi dest xistin.

**CHP**

> CHPyû di sala 2018an da bi %22.65ê dengan 146 parlementeran derxisibû.  
>  
> Di hilbijartina 14ê Gulanê da CHPyê 168 kursî bi dest xistin.

**MHP**

> MHPyê di hilbijartinên 2018an da 49 kursî bi dest xistibû.  
>  
> 14ê Gulanê da hejmara kursîyên wê bû 51.

**YSP**

> Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber dosyaya girtinê ya ku berdewam dike, ji lîsteyên Partîya Çepên Kesk (YSP) ket hilbijartinê.  
>  
> YSPyê 62 parlamenter derxist.  
>  
> Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) jî dê bi 4 parlamenteran di parlametoyê de cih bigirin.

**ÎYÎ Part**î

> Di sala 2018an da ÎYÎ Partî 43 parlamenter derxistibû.  
>  
> Di 14ê Gulanê da 44 parlamenteran şandin parlamentoyê.

**Partîya Saadetê**

> Di hilbijartinên 2018an da tu parlamenter dernexistibû.  
>  
> Di 14ê Gulanê da Partî ji lîsteya CHPyê ket hilbijartinê û 10 parlamenter derxist.

**HÛDA-PAR**

> HÛDA-PAR di hilbijartinên 2018an da tu parlamenter dernexistibû.  
>  
> Di Hilbijartinên 14 Gulanê da HÛDA-PAR di lîsteyên AK Partîyê de ket hilbijartinan û 3 parlamenteran şandin parlamentoyê.

**Partîya Yeniden Refah**ê

> Partîya Yeniden Refahê di sala 2023an de cara yekem ket hilbijartinê.  
>  
> Partîya Yeniden Refahê ku di bin banê Tifaqa Cumhur de beşdarî hilbijartinê bû, 5 parlamenter şandin parlementoyê.