> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kiras û xeftanên kurdî li Hefteya Modayê, li Parîsê ne
- URL: https://www.botantimes.com/kiras-u-xeftanen-kurdi-li-hefteya-modaye-li-parise-ne/
- Published: 2023-07-04T10:30:36.000Z
- Updated: 2026-05-17T23:29:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dîzaynera Kurd Lara Dizeyî krasyona xwe ya bi kiras û xeftanên kurdî amade kiribû, li Hefteya Modayê ya Parîsê pêşkêşî bîneran kir.

Cilûbergên kurdî yên gelêrî cara yekem bi destê dizaynereka kurd li meydaneka navdewletî hat nîşandan.

Nîşandana koleksîyona Larayê bi muzîka kurdî ya bavê Larayê, hunermend Homer Dizeyî dest pê kir.

Lara Dizeyî li Parîsê bo Rûdawê dibêje,

> Cilûbergên Kurdî bi zêr û zîv xweşik in, ew hûrgilî hev temam dikin.Xewna min pêk hat. Bi rastî ez kêfxweş im ku çanda me ya Kurdî û dîzayna me ya rengîn derkete asta cîhanê û ez beşdarî Hefteya Modayê ya Parîsê bûm. Ez pir pir kêfxweş im. Bi dilekî tijî evîn û hêvî, min ew dîzayn kirin. Hemû cîhanê rengên çanda me li ser vê dikê dît. Bi rastî dibe ku ez vê rojê qet ji bîr nekim.  
>  
> Lara Dizeyî

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/lara--e1688468594823.jpeg)

Dîzayner Lara Dizeyî, berîya niha di hevpeyvîneka xwe ya Botan Timesê da, ji bo vexwendnameya ji Parîsê gotibû;

> Ez dixwazim *modaya kurdî bi cîhanê bidim nasîn. Wexta ku min ji Parîsê vexwendname girt ez şaş nebûm. Ji ber ku ez bi çanda xwe bawer bûm.*  
>  
> Dîzayner Lara Dizeyî

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/kreasyona-jina-kurd-li-hefteya-modaye-ya-parise-ye-1.html