> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kitêba 'Belongings' ya nivîskarên neteweyên bindest hate çapkirin
- URL: https://www.botantimes.com/kiteba-belongings-ya-niviskaren-neteweyen-bindest-hate-capkirin/
- Published: 2023-08-22T14:45:57.000Z
- Updated: 2023-08-22T14:45:57.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kîtêba *Belongings* ya bi hevkariya 10 nivîskarên neteweyên bindest ên kurd û samî ve hatiye nivîsîn, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin.

*Belongings* antolojîyek e ku di encama serlêdanên dualî yên 5 nivîskarên Sámi û 5 nivîskarên Kurd de hat nivîsîn û ev serlêdan jî di çarçoveya hevkarîya du malên wêjeyê: Tjállegoahte- Författarcentrum a li Sápmiyê li bajarê Jåhkåmåhkke/Jokkmokk, Swêdê û Wêjegeh Amed a li Amed/Diyarbekir, Tirkiyê çêbûn.

Ev berhem pêhesînên wêjeyî pêşkêşî xwînerên sámîkî, kurdî û îngilîzî dike û li dor mijarên wekî welat, dîrok, çand û ziman; û her wisa rastî û sêwirînên du civakan bi rêya nivîsên afirîner ên li ser bingeha nîşeyên qadê dide kifşê.