> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Klîba 'Mahîtab'ê hat weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/kliba-mahitab-hat-wesandin/
- Published: 2023-07-14T08:24:40.000Z
- Updated: 2023-07-14T08:24:40.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, klib, Kurd, Mahitab, müzik, Yahhya, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Stranbêj Yahhya ji bo strana xwe ya *Mahîtab*ê klîbek weşand.

Derhênerîya klîbê Bilal Korkut kir û klîb li Qonaxên Diyarbekirê bi terzeka cûda hat tomarkirin.

Di albûma wî ya *Dereng* da herî zêde strana *Mahîtab*ê hatibû guhdarkirin.

Di klîba *Mahîtab*ê da Zeynep Gönültaş, Nidal Akyüz, Gazel Atış, Mediha Güzelgün û İnan Eroğlu wekî lîstikvan cih girtin.

Stranbêj Yahhya sala borî di meha tîrmehê da albûma xwe ya yekem, *Dereng*, weşandibû û di vê albûma wî de 8 stran hene.