> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Koma Şaneşîn Performansê lîstikeka nû derxist
- URL: https://www.botantimes.com/koma-sanesin-performanse-listikeka-nu-derxist/
- Published: 2023-10-09T07:04:43.000Z
- Updated: 2023-10-09T07:04:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Mêrdîn, Şaneşîn Performans, şano, tiyatro, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê lîstika xwe ya nû derxist.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê *Înfaz* li pêşberî temaşevanên xwe be.

*Înfaz*, komediyeka absurd e li ser hewildana îdamkirina jineka ku ji ber xerabkirina exlaqê civakê, cezayê bidarvekirinê lê hatîye birîn.

Di lîstikê da 4 lîstikvan cih digirin û maweyê lîstikê jî 50'13 ye.

Nivîskarîya *Înfaz*ê ji alîyê Recep İçen ve hatiye kirin ku rejîya wê jî Recep İçen û Şêrko Janzêm kiriye.

Ew dê li Mêrdînê, promîyera xwe 15yê Cotmehê saet 20:00an li sehneya Şaneşîn Performansê bikin.

Piştî promîyerê, ew 21-28ê Cotmehê saet 20:00an li heman sehneyê dê bi du seansên din jî li pêşberî temaşevanên xwe bin.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Heta niha bi navê *Penceşêr* û *Bêcir* du lîstik berhem anîne. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/25390a8a-8638-4c21-b025-400dca84712e.jpg)