> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Komara Mahabadê 78 salî ye
- URL: https://www.botantimes.com/komara-mahabade-78-sali-ye/
- Published: 2024-01-22T10:30:57.000Z
- Updated: 2024-01-22T10:30:57.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, komara mahabadê, Kurd, Kurdî, pêşewa, pêşewa qazî mihemed, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Komara Mahabadê berî 78 salan, 22yê Rêbendana 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mahabadê hat damezirandin.

Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçirayê bi van 6 madeyan Komara Kurdistanê ragihand:

\-Pêkanîna rêveberîyeka otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê

\-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û sazîyên perwerdehîyê de

\-Avakirina encûmeneka xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê

\-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî

\-Hevkarîya li gel gelê Azerbaycanê

\-Pêkanîneka sîstemeka hiqûqî ku her kesê li xwe bigire

**Kabîneya Komara Kurdistan**

Serokkomar: Qazî Mihemed

Serokwezîrê Hecî Baba Şex

Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Mueynî

Wezîrê Derve: Hecî Rehman Îlhanzade,

Wezîrê Veguhestinê: Îsmaîl Îlhanzade,

Wezîrê Berevanîyê: Mihemed Husên Seyfî Qazî

Wezîrê Ragihandinê: Kerîm Ehmedî

Wezîrê Rewşenbîrî: Menaf Kerîmî

Wezîrê Cotkarîyê jî Mehmûd Welîzade.

Herwiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.

**Dagirkirina Komara Kurdistanê**

Dema ku Artêşa Yekitîya Sovyetê ji Îranê vedikişe, Îran êriş dike Hikûmeta Niştimanî ya Azerbaycanê û rêvebirên wê desteser dike. Piştî ku artêşa Îranê ji Azerbaycanê vedigere berê xwe dide Mahabadê.

Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, ji bilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankarîyeka mezin bi serê xelkê da bînin, ragihandîbu ku bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.

Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Çileya 1947an Mehabad bi temamî dagir kir.

Pêşawa Qazî Mihemed, piştî 3 mehên li zîndanê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Berevanîyê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçira ya Mihabadê hat darvekirin.

**Komara Kurdistanê 11 mehan li ser pêyan ma**

Komara Mahabadê digel ku 11 mehan li ser pêyan ma, di wan 11 mehan da di gelek qadên cuda da bû mînakeka serkeftî. Mahabad bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî.

Ey Reqîb wekî sirûda netewî hat pesendkirin, Kurdî wekî zimanê fermî hat ragihandin û artêşa xwe ya taybet pêk anîn.