> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye: Şaneşîn Performans
- URL: https://www.botantimes.com/komeka-nu-ya-sanoya-kurdi-ava-buye-sanesin-performans/
- Published: 2022-03-05T06:37:40.000Z
- Updated: 2022-03-05T06:37:40.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Mêrdîn, Şaneşîn Performans, Şano, Şanoya Kurdî, Teatre, tiyatro, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Li Mêrdînê komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye, bi navê **Şaneşîn Performans**ê. Navenda komê li Mêrdînê ye û ev kom bi pêşengîya hin mamosteyên kurdî hatiye avakirin. Wan di daxuyanîya xwe de gotine ku armanca wan xizmetguzarîya ziman û şanoya kurdî ye, lewra wan biryara avakirina komekê daye.

Kom hîn gelekî nû ye, 9ê Sibata 2022yan hatiye avaakirin, lewra jî hîn lîstik û performansên wan tune ne. Lê ew amadekarîya lîstika xwe ya yekem a bi navê "**Bêcir**"ê dikin. Wan diyar kiriye ku ew ji bo lîstika xwe ya bi navê "Bêcir"ê li benda arîkarîya temaşevan û dilxazan in, û wan diyar kiriye ka bi kîjan rêyê dikarin bibin arîkar jî. Daxuyanîya wan bi tevahî wiha ye:

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2022/03/1080x360.jpeg)

"*Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.*

"*Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.*

"*Şaneşîn Perfomans niha amadekarîya xwe ji bo lîstika “Bêcir”ê dike û ji bo ku vê lîstikê derxîne ser dikê alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze.*

**Weke temaşevan hûn dikarin çawa alikarîya me bikin?**

" *Li ser malpera [www.pirtukakurdi.com](http://www.pirtukakurdi.com/?ref=botantimes.com) û [www.morizarok.com](http://www.morizarok.com/?ref=botantimes.com) ê li ser navê Şaneşîn Performansê pîrtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin. Kesên ku dixwazin alikariya me bikin, dikarin li ser van malperan li ser navê me pîrtûkan bistînin*.

**Em ê çi bikin ji van pirtûkan û dê çawa alikariya we bigihije me?**

"*Dê projeya me 10 rojan berdewam bike û di dawiyê de pirtûkên ku hatine firotin,dê li ser navê Şaneşîn Performansê li Colemergê ji bo dibistanekê bê bexşkirin û herweha dê pirtûkên din jî em ê li kêleka biletên şanoyê, wek diyarîya we bi temaşevanên xwe re parve bikin û herweha pirtûkên ku hatine firotin dê bi sponsoriya Pirtukakurdî û Morî Zarokê ve ji bo lîstikê bê xerckirin.*

*Em bi kêlecan li benda temeşavanên xwe ne*

*Ligel slavan!*

*Ji bo têkilîyê:*

[sanesinperformans@gmail.com](mailto:sanesinperformans@gmail.com) "

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2022/03/WhatsApp-Image-2022-03-04-at-9.55.20-PM-1.jpeg)