> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kovareka nû ya Felsefeyê: Philosophia
- URL: https://www.botantimes.com/kovareka-nu-ya-felsefeye-philosophia/
- Published: 2022-02-05T10:23:20.000Z
- Updated: 2022-02-05T10:23:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, AliGurdilli, NaKitap, Philosophia, WeşanênNa, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Kovara Philosophia ya li ser mijarên felsefîk dê kûr bibe û 4 mehên carekê derbikeve bi hejmara xwe ya taybet hejmara yekem derket. Weşangerîya kovarê dê ji hêla Weşanxaneya NAyê ve weke kirin. Weşanxaneyê daye zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin xwendevanên felsefehez.

Weşanxaneyê diyar kiriye ku Kovara Philosophia dê her çar mehan carekê bê çapkirin û zaravayên kurmancî, kirmanckî û Soranî tê de hene.

Weşanxaneyê berî 6 salan jî kovareka felsefeyê bi navê felsefevan weşandibûbûn û tenê karibûn 3 hejmaran dewam bikin.

Rêveberiya kovarê civaknas û felsefevan Alî Gurdilî, edîtoriyê fîlolog û nivîskar Raîf Yaman û gerînendetiya weşanê jî Berfo Barî dike.

Di malpera kovarê de ji bo raya giştî ev peyam hatiye parvekirin:

"**Ji Raya Giştî ra** *:*

*Wekî dihête zanîn van çend salên dawîn, di kovargerîya kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û nuha gelek kovarên li ser warên cihê dihên weşandin. Lêbelê, kêmasîya kovareke felsefî a xwerû bi zimanê kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasîyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin. Piştî şeş 6 salan me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi kurdî biweşînin. Kovar, dê bi hemkarîya Weşanxana Na were weşandin û çarmehane be. Em dê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî. Ji bo vê yekê jî, em ê têkilîyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Karger û gerînendê giştî ê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, û editoria kovarê jî dê ji alê philolog û nivîskar Raif Yaman ve were kirin. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye, û îdiayeke me a mezin jî tune. Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Hêvîya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.*  
*Kovar dê li ser hindik principan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide.Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ‘Philosophy Kurdî’, ‘Philosophia Kurdî’, ‘Feylesofîya Kurdî’ û ‘Philosophia’. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihête zanîn, me biryar da ku navê kovarê ‘Philosophia’ be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ‘Philosophia Werger’ biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextîyar bin.*  
**Li Ser Navê Kovara Philosophiayê**  
**Ali Gurdilî - Raif Yaman**"