> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KSC: Amedspor piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye
- URL: https://www.botantimes.com/ksc-amedspor-pisti-pevajoya-careseriye-tusi-cihekari-u-binpekirinen-mafi-buye/
- Published: 2024-04-29T09:26:00.000Z
- Updated: 2024-04-29T09:26:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, CHP, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Amedspor piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye**

Kurdish Studies Centerê(KSC) Navenda Xebatên Kurdî, 23yê Adara 2024an, bi navê “KESK û SOR û ZER: İnat, Umut, Futbol” raporeka berfireh derbarê cihêkarî, neheqî û êrişên fîzîkî yên li ser Amedsporê belav kir ku wan ji çendîn alîyan ve rewşa berdest ya Amedsporê nirxandîye û ew rapor wekî kitêb çap kirine.

Ev rapor bi analîzkirina hevdîtinên ligel alîgir û rêvebirên taximê û lêkolînên li ser dosyeyên hiquqî hatîye hazirkirin. Herwiha di amadekirina raporê da daneyên medyayê jî li ber çavan hatine girtin. Ev ropor nîşan dide ka Amedspor rastî çi astengîyan hatîye û çi neheqî li wan hatîye kirin.

Li gorî raporê piştî ku proseya aşitîyê bi dawî bûye binpêkirinên sîstematîk yên mafên Amedsporê û newekhevîyên li ser Amedsporê dest pê kirine.

**Qismek ji raporê:**

"Ev rapor piştrast dike ku bandora tevliheviyên derdora meseleya kurdan li Amedsporê dibe û piştî pêvajoya çareseriyê tûşî cihêkarî û binpêkirinên mafî bûye. Lêkolîn û hevdîtinên me kirî, nîşan dide ku Amedspor bi newekheviyên ekonomîk, hiqûqî û civakî re rûbirû ye. Ew balê dikêşe ser ku bidawîhatina cihêkariya etnîk a qada sporê ne tenê bi qanûn û cezayan re, herweha bi pratîk û kultura civakî re jî eleqedar e û pêkhatina demokratîkbûn û aştiya civakî di qada sporê de muhim e.

Binpêkirinên mafî yên Amedspor rastî wê hatî, di serî de xala wekheviyê ya Makeqanûna Komara Tirkiyeyê binpê dike. Cihêkariya sîstematîk a li dijî tîmê jî tê wê wateyê ku xala qedexeya cihêkariyê û mafên di metnên navneteweyî yên wekî Peymana Navneteweyî Derbarê Jinavbirina Cihêkariya Nijadî û Beyannameya Gerdûnî ya YEyê de tê binpêkirin.

Lewma hewcehî bi hin pêngavan heye da ku cihêkariya nijadî bê jinavbirin û Amedspor di heman şertan de bi reqîbên xwe re bikeve pêşbaziyê:

Herî pêşî hewce ye ku dawî li qedexeya deplasmanê ya bo alîgirên Amedsporê bê. Ji bo şert û mercên wekhev pêwîst e ku dawî li cezayên cihêkariyê yên hemberî nasnameya fermî, rêveber, futbolîst û alîgirên Amedsporê bê. Hewcehî pê heye ku cezayên bergir bêne tetbîqkirin li hemberî êrîşên fîzîkî û tezahuratên gotara nefretê yên bo tîmê.

Herî dawî, qenaeteke hevpar a beşdarên xebatê û raya giştî ya Tirkiyeyê ye ku mimkin e spor bibe alaveke “peywendîdanê” û bibe “pirek” di navberê de. Divê neyê piştguhkirin ku çalakiyên wekî “maçên dostaniyê” yên di navbera Amedspor û kulûbên din de û beşdariya rayedar, siyasetmedar û hunermendan di van çalakiyan de potansiyela xwe ya kêmkirina cihêkariyê heye. Lê belê berî her tiştî, eger helwesta otorîteyên giştî ya li ser Amedsporê û kiryarên keyfî yên rayedaran bi dawî bibe, hingê ev dê bibe destpêkek ji bo jinavbirina cihêkariyê."

Ji bo temamîya raporê [bitikîne](https://kurdish-studies.org/wp-content/uploads/2024/03/KESKuSORuZER%5FAmedspor%5FRaporu.pdf?ref=botantimes.com).