> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe - VOA Kurdî
- URL: https://www.botantimes.com/kurden-ji-rojavaye-nikarin-vegerin-ser-axa-xwe-voa-kurdi/
- Published: 2024-12-28T13:40:07.000Z
- Updated: 2024-12-28T13:40:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Rojev, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku ew niho nikarin vegerin ser axa xwe. Çekdaran milk û malên wan desteser kirine û ewlehî tune ye.

## Ewlehî li Rojavayê tune ye

A.H yê ku di 2014ê de ji ber êrîşên DAIŞê ji Kobanîyê revîyaye, dibêje ku şer hîn jî berdewam e. Wî got: "Ez nikarim zarokên xwe bibim cihekê ku ewlehî tê de tune ye. Paşeroja wan dê çi be?"

## Çekdaran milk û malên Kurdan desteser kirine

M.D ya dayika pênc zarokan dibêje ku çekdaran li Efrînê 800 darên giz û zeytûnên wan desteser kirine. Ji bo vegerandina malê bavê wê 2500 dolar xwestine. Wê got: "Çete dibêjin ku ger em pereyan bidin wan jî, çeteyên dî dê dîsa malên me desteser bikin."

## Guherîna demografîk li Efrînê

Piştî operasyona Tirkîyê ya 2018ê, piranîya Kurdên Efrînê koçber bûne. M.D dibêje: "Niho Ereb li malên me dijîn. Heya ew ji axa me dernekevin û ew der nekeve bin destê Kurdan, em nikarin vegerin."

## Li Şamê rewş ne dîyar e

Di 8ê Berfanbarê de, rêvebirîya Şamê ketiye destê Heyet Tahrîr El-Şam. Penabereka Kurd a ji Şamê dibêje ku leşkerên rejîmê berê avahîya wan şewitandine û ew bi alîkarîya cîranên xwe yên Elewî rizgar bûne.

## HSD li bakur û rojhilat desthilatdar e

Bakur û rojhilatê Surîyê di bin kontrola Hêzên Surîya Demokratîk de ye. Tirkîye wan wek terorîst dibîne, lê Amerîka û Koalîsyona Navnetewî wan wek hevparên xwe yên şerê li dijî DAIŞê nas dikin.

Çavkanî: Arif Aslan / VOA Kurdî, Botan Times