> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Kurdî li ser Wîkîferhengê bûye 8emîn zimanê dewlemend yê cîhanê
- URL: https://www.botantimes.com/kurdi-li-ser-wikiferhenge-buye-8emin-zimane-dewlemend-ye-cihane/
- Published: 2023-09-30T09:46:53.000Z
- Updated: 2023-09-30T09:46:53.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, wîkîferheng, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kurdî, li ser Wîkîferhengê Farisî, Tirkî û Erebî derbast kir û bû 8emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/300920231?ref=botantimes.com)ê, zimanê kurdî ji alîyê peyvan ve bûye heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedîyaya Îngilîzîyê, Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan da di rêza heştemîn a cîhanê da cih digire.

Wîkîferheng malperek e ku axêverên kurdî dikarin peyvan li malperê zêde bikin ku ew xizmeta belaş didin. Peyvên ku li malperê têne zêdekirin, di bin çavdêrîya heft lêkoleran da têne qebûlkirin û paşî li ser malperê têne zêdekirin.

Kurdî, piştî Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yunanî û Almanî di rêza heştemîn da cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin.

Kurdî, di rêza heştan da cih digire ku bi tenê lêzedekirina ji zaravayên Kurmancî û Soranî pêk tê. Lêbelê peyvên zaravayên kurdî Goranî, Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) û Lorî tê da cih nagirin.