> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Ayhan Geverî
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-ayhan-geveri/
- Published: 2024-08-06T12:57:25.000Z
- Updated: 2024-08-06T12:57:25.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Amed, ayhan geveri, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

Madem her ev kêlîye ye û dinya her eve ye, bo çi hinde bar û hinde esrar?

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Ne kesek, lîsteyeke dirêj heye di dil da, lê yên herî zêde jê hez dikim yên herî nêzîk in.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Cehalet û zikreşî

**Kitêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

Dîwana Mela.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

Du Rojhilatî: Shahram Nazerî û Shahab Vali. Lew tenbûr û sêtarên wan hene.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Dîtina birînên civakî li ser rûyê takekesan, neaşbûna wan û neqla wan bo nifşên dî.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Tahir Elçi

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

Ne jiyîn, lê min dixwast bi çavê xwe dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an bibînim.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Xwendina edebiyatê, lê bi disîplîneke zêdetir.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Temamkirina çend pirtûkên natemam.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Zêdetir xeyalkirin û zêdetir gerîyan.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kul û derd?**

Pêknehatina hin daxwaz û xeyalan, nedîtina hin xewnan.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Bajêrê lê dijîm.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

Hebûn û heyîna dostên xwoşevîst û berkeftî.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-ayhan-geveri/?ref=botantimes.com)