> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Berfîn Zenderlioğlu
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-berfin-zenderlioglu/
- Published: 2024-07-19T09:54:11.000Z
- Updated: 2024-07-19T09:54:11.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, berfin zenderlioglu, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

\- Silav, perçeya min a nîvcoyî, ji kerema xwe bes e. Bisekine û bêhna xwe bide. Te em fetisandin.

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

\- Mixabin ji kesayetan zêdetir berhem û tevger bala min dikşînin. Nayê wê wateyê ku ji mirovan hez nakim. Û ev demeke dirêj e gotina “herî zêde” di jiyana min de tuneye. Ku hewce be navek bêjim, helbet ji ber xebat û xizmetên wan, malbata Bedirxaniyan.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

\- Platon di kitêba xwe ya Dewletê de cih nade hunermendan. Ez jî naxwazim cih bidim siyasetmedar, muhafazakar û nijadperestan.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

\- Hêj jî ji bo hiş û rihê min kitêba sereke, ya Gabrîel Garcîa Marquez “Tenêtîya Sedsalî” ye.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

\- Dr. Abdurrahman Qasimlo çîrokek gotiba, Mîrza Metîn binivisîya, dansvan û koreograf Pîna Bausch bireqsîya, derhêner T. Angelopoulos jî derhênertî bikira û min jî lîstikvanî bikira. Dem diguhere, lê giyan li ku be jî digihêje hezkiriyên xwe. Li ser gora min, me bi hev re civateke têr û tije û hunerî derbas bikira.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

\- Şikestina bawerîyê, zarokên karker û kesên ji empatîyê dûr.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

\- Ne navek lê min dixwest risteyekê ji helbesta Keştîya Bayê bikolim:

“Min birînek di bîr anî nizanim di sînga kê de”

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

\- Hesreta min a rabirdûyê tuneye lê dahatûyê meraq dikim. Herwiha fezayê meraq dikim û serdema ku hêj pere nehatiya kifşkirin bala min dikşîne.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

\- Helbet Şano, bêhtir jî dîsa derhênertî.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

\- Sehnekirina mîtolojîyeke kurdî û pê re jî navnetewîkirina şanoya kurdî.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

\- Jiyaneke ekolojîk li ber qeraxa çemekî an jî li giravekê digel dost û hezkiriyan.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

\- Dûrî desthilatdaran, ji bo kurdan jiyanek û axeke azad.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

\- Dilzîzbûn û dilnermîya xwe.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

\- Weke jineke kurd serîrakirina min a li hember malbatê û civaka baviksalar û herwiha afirîneriya min a hunerî. Her bijî dayika min, jinên Zenderiyan û ez.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-berfin-zenderlioglu/?ref=botantimes.com)