> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Berken Bereh
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-berken-bereh/
- Published: 2024-06-27T09:27:52.000Z
- Updated: 2024-06-27T09:27:52.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, berken bereh, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Kurtepirs, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê re binivîsîya dê te çi bigota?**

*Ka ew bihara ez li bendê bûm*

Ka ew karxezala te pesnê wê dida?

**Kesayeta/ê herî zêde jê hez dikî kî ye?**

*Ehmedê Xanî*

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixest çi lê biqewime?**

*Ferq û meyla di nav mirovan da, şer û pevçûn*

**Kitêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

*Birayên Karamazov - Dostoyevskî*

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (Mirî an sax ferq nake, bi du risteyan)**

*Kebanîya min a çûyî rehmetê. Lew piştî wê kêm û sergêj im*.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

*Bêtifaqîya kurda*n

**Heke te navek li bircên Diyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

*Şêx Seîd*

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

*Destpêka serdema sedsala 20ê li gel entelîjansîya kurdan a li Stenbolê*

**Heke cardî bihata dinyayê,te yê çi tişt cardî bikira?**\*

*Min ê ji peyvê hez bikira û bi şi’r ê re bida û bistanda*

**Beriya mirina xwe herî pirr dixwazî çi pêk bînî?**\*

*Li seranserê Kurdistanê bigerim (gund bi gund, gelî bi gelî)*

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

*Kurdistaneke yekpare û kurd li ser serwer*

**Li vê heyatê çi di dilê te de bûye kul û derd?**

*Em nebûn wek tu kesî*

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?\*\***

*Mutewazîbûn û kiçimirovîya xwe*

**Serkeftina te yî herî mezin çi ye?\*\***

*Şi’rên min in*

**\----------------------------------**

(*Pirsên destnîşankirî ji \*Inan Eroglu û \*\*Marcel Proust hatine wergirtin*)

Bi Ingilzî bixwîne...

https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-berken-bereh