> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Eylul Nazlîer
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-eylul-nazlier/
- Published: 2024-08-05T07:04:06.000Z
- Updated: 2024-08-05T07:04:06.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, 2023, Amed, DIYARBEKIR, eylul nazlier, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

Di vê gerdûnê de tu tenê yî û di vê dinyayê de ez tenê me were em çayekê vexwin û dev ji vê tenêtîyê berdin!

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Kesayet ne, ji mirovên têkoşer hez dikim û hêzê jê digirim.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Helbet şer û zilim.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

Lord of the flies - William Golding.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

Bila Meyramxan bihata û strana Qomrîkê bigota.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Girîna zarokan û fikra wendakirina malbata xwe.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Fîdê (him navê min him jî navê pîrîka min ya mezin e)

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

Sedsala 20mîn, li nava Sûrên Amedê wekî tehmîrkarê radyoyan.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Min ê berêvarekê li nav daristanê, di hembêza daran de sitran bigota.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Ji çar alîyên welatê xwe stranên gelerî ku aîdê wê heremê ne, berhev bikim û albûmekê ji wan çêbikim.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Li gundî, şevek ligel dapîrên xwe yên mirî, heta roj hil tê sohbetê bikim û stranan bibêjim.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

Berîya ku dapîra min bimire min ligel wê zaf sohbet nekir û ev ji min re bûye kul û derd.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Min dixwest bêxemiya xwe û dilnermîya xwe bigûherînim.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

‏Li pey çanda xwe çûme/diçim û stranên bi zimanê dayka dibêjim.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-eylul-nazlier/?ref=botantimes.com)