> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Fahriye Adsay
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-fahriye-adsay/
- Published: 2024-07-15T07:06:59.000Z
- Updated: 2024-07-15T07:06:59.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsiya dê te çi bigota?**

\- Hey te em xuliqandin, îjar çima berê xwe ji me diguherî, Xwedê jê razî?!

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

\- Ew kes e ku bikaribim (bêyî ku em şer bikin:)) pê re bi saetan sohbet bikim, ji sohbeta wê/wî aciz nebim.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

\- Konformîzm û şelaqî.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

\-Berî bi salan bersivek min hebû ji bo vê pirsê, lê aniha tuneye.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

\- Evdila Ocalan (ev tê maneya gelek kesên din!:) ji gora xwe derkeve, bibêje, wele te rast digot lê!:) Di wê jiyana xwe kurt de ne hêja bû, mirov xwe ewqas vir de wê de bibe bîne. Nebe jî dibe, helbet.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

\- Van demên dawî, konformîzm û xemsariya piraniya xwendeyên me.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

\- Ji navê xwediyê wê risteyê, “Min navê te kola li bircên Diyarbekirê” çêtir tuneye, bi ya min.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

\- Bi min, serdemeke îdeal tuneye; her serdemê li gor xwe aliyên xwe yên çêtir û xirabtir hene. Bila dîsa ev serdem be.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

\- Min ê dîsa bi ya xwe bikira û hin tiştên kêm hiştine jî, lê zêde bikirana.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

\- Min dixwest bikaribim înstûtî an saziyeke din a akademîk ava bikim, ku tenê li ser lêkolînên derbarê neteweperweriyê de kar bike û xwendekarên kurd ên herî jîr li wir bixwînin û bên îstihdamkirin.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

\- Xeyal dikim, rojekê çîneke xwende û siyasetmedarên me yên neteweperwer ên afirîner û zîrek hebin.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

\- Diya min, xwezî min bikaribûya bêtir dilê wê xweş bikim.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

\- Bêsebrî.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

\- Xebatên min ên kurdî.

[Bi ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-fahriye-adsay/?ref=botantimes.com)