> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Fırat Aydınkaya
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-firat-aydinkaya/
- Published: 2024-07-17T07:15:01.000Z
- Updated: 2024-07-17T07:15:01.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, fırat aydınkaya, Kurd, Kurdî, kurtepırs, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

Tê bîra cenabê te? Te ji melekan re got: Ez ê li ruyê erdê xelîfeyekî bixuluqînim. Melekan jî gotibû: Em te bi pesn û sena tesbîh û zikir dikin, tu yê dîsa jî kesekî ku fesadîyê bike, xûnê birijîne bixuliqînî? Te ji wan re gotibû: ez tiştên ku hûn nizanin dizanim. (Bakara-30)

Gelo cenabê te hîn jî li ser fikra xwe ye?

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Ehmedê Xanî û Elo Dino

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Cihanek bê hesin min dixwest. Ji ber ku hesin sileh û hiyerarşî ye.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

Mem û Zîn. Û Diwana Mela

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

Xanî bihata ser gora min. Bigota xem neke, xwe nebihecîne helbet em ê azad bin. Xulamtî ne qeder e.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Bindestîya me kurdan û rewşa zimanê me.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Hevoka Elişêr: “Heq heq e, Kurdistan Kurdistan e.”

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

Li serdema Mela. Min dixwest vê risteyê ji dengê wî guhdar kim:

“Min go mehê new çaşitîyê ebrûwê yarê

Go min çi hed e şubhetê ne’lê feres im ez”

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Gava ez piçûk bûm berxikvan bûm. Min ê heta dawîya emrê xwe berxivantî bikira.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Min dixwest bo derîvekirina hemû zindanan mifteyekî biefsûn çêbikim. Ev mifte him derîyê zindanên serdesta vebikira him jî zindanên dilan.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Jiyaneke min bikaribûya tê de xeyal bikira xeyal dikim.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

Çavê felekê kor be. Me bi qasê qirşekî azadî nedît.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Min ê di 10 salîya xwe de Dostoyevskî bixwenda û min ê nivîsa xwe ya ewil bi zimanê xwe binivîsiya.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

Neserkeftina min e. Ji ber ku em bindest in.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-firat-aydinkaya/?ref=botantimes.com)