> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Fırat Cewerî
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-firat-ceweri/
- Published: 2024-07-08T07:48:19.000Z
- Updated: 2024-07-08T07:48:19.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, firat ceweri, Kurd, Kurdî, Kurtepirs, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

Min ê bigota; ey Xwedayê erd û asîmanan, fesadî û gelacîyê ji nav me rake, şer û pevçûnan rawestîne, erda xwe nehejîne, agir bi ser me de nebarîne, zikê birçî têr bike, aştî û aramîyê bîne.

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan e.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Şer, erdhej û şewat.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

Darizandin, Franz Kafka. Gelek ji me serpêhatîya lehengê romanê Josef K. jîyane, dijîn.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

Ez dixwazim Mîr Celadet Alî Bedir-Xan were ser gora min, axaftinekê bike, bibêje; min jîyana xwe da ziman û edebîyata kurdî, te da dû şopa min, ez û Cizîrî û Xanî li bihiştê li benda te ne.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Gava yên herî zêde min xwe di ber wan de êşandîye û diêşînim, min diêşînin.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Wê navê Şêx Seîd bi îmzeya Rojen Barnas bûya.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

Ez ji vê serdemê razî me.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Min ê dîsa bixwesta binivîsim û di cîhana edebîyatê de bilivim.

**Berîya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Romanên di xeyalên xwe de li rastîyê bigerînim.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Xweşî, şadî û serfirazîyê.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

Dexs, çavnebarî, şelafî, şer û pevçûn.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Nizanim.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

Disiplîna şexsî û rêwîtîya bêwestan û rawestan e.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-firat-ceweri/?ref=botantimes.com)