> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-sadiq-uskan/
- Published: 2024-08-23T08:48:12.000Z
- Updated: 2024-08-23T08:48:12.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

\-Nizanim!

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

\-Kêfa min herî pir ji Feqîyê Teyran re tê. Dilê mirov, ji bo dilnizmî û feqîtîya wî, bi xweber dibije wî.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

\-Girîyê dayikan.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

\-Klasîkên kurdî li hêlekê, Krokodîl ya Dostoyevskî.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

\-Evdalê Zeynikê.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

\-Rewşa kurd û kurdî.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

\-Rojen Barnas.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

\-Ku derîyê xêrê ji kurdan re vebe, serdema me, ne xerab e.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

\-Xwezî bibûma necar û min sebra xwe bi karê xwe bianîya.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

\-Xwezî min berhemek baş ku karibûya klasîkên kurdî giş derbas bikira, binivîsîya.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

\-Azadî!

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

\-Azadî!

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

\-Keseyayetîya min ji kêmanîyên min pêk hatîye. Ma kîjanê biguherînim û kîjanê neguherînim?!

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

\-Xwendevanekî ne xerab im.