> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Selîm Temo
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-selim-temo/
- Published: 2024-07-24T09:21:30.000Z
- Updated: 2024-07-24T09:21:30.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, selim temo, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

“Ma ne bes e?”

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Kurê min e.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Tundî.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

*Bav û Kur* (Turgenyev).

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du** **risteyan)**

Bila Resoyê Gopalan were ser gorra min, ji bo ku bibêje: “xwezil mirin du car bûya.”

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Nedayîna kirêya malê.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Doktor Fuad.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

“26ê meha Çile, 2015, saet 3 kêm 10 deqqe” de.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Tişta ez jiyam, dijîm û dê bijîm.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Bila baxeçeyekî min hebe.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Xeyala çi ?

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

Hemû pirsên we li ser keserê ne.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Bîra min.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

Saxmayîn.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-selim-temo/?ref=botantimes.com)