> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Şîraz Baran
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-siraz-baran/
- Published: 2024-08-16T08:50:13.000Z
- Updated: 2024-08-16T08:50:13.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, celadet, Celadet Alî Bedirxan, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Kurtepirs, Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK, şiraz baran, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

Te îro bo min çi kir?

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

Martin Eden

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

Dinyayeke bê sosyal medya

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

Kara Kitap, Orhan Pamuk

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

Xwezî Teoman bihata. Pêşî *Renkli Rüyalar Oteli*, pişt re jî Ayet-el Kursî bîxwenda li ser gora min.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

Xizanî

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

Bircên Dîyarbekrê heyf in, şûna wî em bircên keleha Mêrdînê bikolin. Ew nav jî navê Qazî Mihemed e.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

Tîşta herî zêde heyecanê dide min ew e ku gava telefon an komputera min update dibe. Ji ber wî dixwazim li serdema hîn nehatiye bijîm. Serdema update, serdema nû.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

Dîsa xeletî û dîsa dilketî.

**Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

Biçim ser çîyayê Glîdaxê.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

Nîvîskarek li ser şerê PKK û dewleta Tirkîyeyê romaneke xweşik û postmodern binivîse. Li Motel Xewn a bajarê Amêdîyê bi şev heta destê sibê bixwînim û bixwînim. Xeyala min ev e.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

Heykelê li Dunya Kavşaxiya Dîyarbekirê, ew zebeşê tê de çetal çikandine.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

Navê xwe.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

Kurdî hîn bûm. Ez Amedî me çimkî, min berê nizanibû.