> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# KURTEPIRS: Süleyman Çevik
- URL: https://www.botantimes.com/kurtepirs-suleyman-cevik/
- Published: 2024-07-05T13:58:41.000Z
- Updated: 2024-07-05T13:58:41.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?**

\-Min ê jê bixwesta: Gelê min bi hev bide hezkirin û bila xêra hevûdu bixwaze.

**Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?**

\-Naxwazim hezkirina xwe tenê bidim kesekî, ji gelekan hez dikim.

**Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?**

\-Di cîhana ku min ava bikira de wê zilm û bêdedaletî nebana. Zikê her kesî jî têr bibana.

**Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?**

\-Qu’ran.

**Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)**

\-Kî dixwaze, kê ji min hez kiribe dixwazim tev werin.

**Herî zêde çi te xemgîn dike?**

\-Herî zêde rewşa millete min, min xemgîn dike. Ewqas me bedel daye, têra xwe tiştekî bi ser nexistîye.

**Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?**

\-Min ê navê hikûmdarê Merwanî Nasrûddewle Ahmed û navê Selaheddîn Eyûbî bikola.

**Te dixwest li kîjan serdemê bijî?**

\-Serdem ferq nake; hema bila ev serdem be.

**Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?**

\-Gelek zehmet be jî, min dixwest dîsa vî karê xwe bikim.

**Berîya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?**

\-Du tişt hene:

1-Dixwazim 50 salîya Nûbiharê bibînim.

2-Di eqlê min de çend pirtûk hene; dixwazim wan binvîsim.

**Tu herî zêde çi xeyal dikî?**

\-Careke din vegerim rojên xwe yên Mêrdînê.

**Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?**

\-Dema di wexta xwe de tiştekî nekî, paşê nikarî bikî. Tiştên weha hene.

**Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?**

\-Min ê di navbera 4 parçeyên Kurdistanê de sînor rakira.

**Serkeftina te ya herî mezin çi ye?**

\-Serkeftina min ya herî mezin Nûbihar e.

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/quickfire-dialogue-with-suleyman-cevik/?ref=botantimes.com)