> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Navên qewî dê li Le Monde diplomatique kurdî bin"
- URL: https://www.botantimes.com/le-monde-diplomatique-kurdi-de-disa-dest-bi-wesana-xwe-bike/
- Published: 2023-03-07T08:29:32.000Z
- Updated: 2023-03-07T08:29:32.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

*[Le Monde diplomatique kurdî ](https://ku.mondediplo.com/?ref=botantimes.com)* dê di meha Adarê de dest bi weşana xwe ya dîjîtal bike û di meha nîsanê de jî dest bi weşana xwe ya çapkirî bike.

Le Monde diplomatique yek ji rojnameyên Fransayê yên biprestîj e. Le Monde diplomatique kurdî edîsyona wê ya kurdî ye, digel nivîsên werger, naverokên wê yên xweser jî dê hebin.

### Digel rojnameyê du pêvekên wê jî dê kurdî bin

Koordînatorê giştî yê rojnameyê, Bilal Ata Aktaşî ji Botan Timesê re diyar kir ku hejmarên çapkirî yên rojnameyê dê li Almanyayê bêne çapkirin. Vê gavê ji her jimarekê hezar lib dê bêne çapkirin. Xwendevan dê bikarin bibin abone bi rêya posteyê ji welatên dî rojnameyê bistînin. Herweha xwendevan dikarin bibin aboneyên edîsyona dîjîtal jî. Ji bo rojname li Tirkiyeyê jî bê çapkirin hewildanên ekîbê hene.

> Em ê ji bilî rojnameyê. Pêveka wê ya bi navê *Manière de Voir* jî her şeş mehan carekê biweşînin. Em ê salê carekê jî *Atlas*ê derbêxin. Ew jî kovarek e ku bi xerîteyan behsa bûyerên jeo-polîtîk dike.  
>  
> Lijneya şêwirmendîyê ya rojnameyê dê ji navên di warê xwe de qewî û pispor pêk bê. Ew jî dê naverokên xweser amade bikin.  
>  
> Bilal Ata Aktaş

Aktaşî di rûpelê [ *Di derbarê me de*](https://ku.mondediplo.com/di-derbare-me-de.html?ref=botantimes.com) yê malpera rojnameyê de, rojname bi van gotinan daye nasîn:

> Gava hûn bixwazin bizanin ka li cîhanê çi diqewime, cihê ku hûn berê xwe bidinê Le Monde Diplomatique e. Ev rojnameya serbixwe û navneteweyî bi awayekî cuda li cîhanê dinêre û balê dikişîne li ser mijarên cuda û resen. Bi awayekî zelal li ser meseleyên dinyaya global û modern disekine û wan pêşkêşî we dike.

### Ekîba Le Monde diplomatique kurdî

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/Ekran-Resmi-2023-03-07-10.39.42.png)

*Di nav edîsyonên rojnameyê de navê edîsyona kurdî jî heye, LMD Fransî*

Le Monde diplomatique kurdî, ji alîyê Rûpel Multimedia GmbH ve tê weşandin û ekîba wê ji van navan pêk tê:

**Birêveberê Giştî**  
• Murat Satik

**Koordînatorê Giştî**  
• Bilal Ata Aktas

**Redaksîyon**  
• Mahmûd Lewendî  
• Nedim Baran

**Şêwirmendê Wergerê**  
• Ergîn Opengîn

**Koordînatorê Tirkîyê**  
• Cumhur Olmez

**Dîzayner**  
• Recep Maraşlı,  
• Fabio Biasio

**Dîzaynera Medyaya Civakî**  
• Ayse Boga