> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Leyla Zana û Başak Demirtaş diçin Wanê
- URL: https://www.botantimes.com/leyla-zana-u-basak-demirtas-dicin-wane/
- Published: 2024-04-03T07:03:35.000Z
- Updated: 2024-04-03T07:03:35.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, CHP, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Sîyasetmedara Kurd Leyla Zana û hevjîna Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş ji bo piştigiriya Abdullah Zeydan diçin Wanê.

Zana û Demirtaş îro li Wanê, saet 12:00yan li parka Feqîyê Teyran dê ligel xelkê bicivin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.

Protestoya li Wanê dest pê kir [li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê belav bû](https://www.botantimes.com/xelk-ji-bo-wane-daket-kolanan/).

Herwiha gelek sazî, dezgeh, partî û serokên partîyan jî nerazîbûna xwe anî ziman û bertek nîşan dan.

Wekî din jî gelek sîyasetmedar û partîyan jî ragihand ku ew dê biçin Wanê an jî şandeyekê bişînin.

Yek ji wan sîyasetmedaran Leyla Zana ye û hevjîna Demîrtaşî ye. Herwiha CHPyê jî ragihandibû ku ew dê [şandeyekê bişînin](https://www.botantimes.com/chp-de-sandeyeke-bisine-wane/) Wanê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Platforma Bajêr a Amedê jî ragihandîye ku biçin Wanê. Di daxuyanîya xwe da wiha gotine: Em li hêviyê ne ku ji vê biryara şaş vegerin û rêzê li îradeya gelê Wanê bigirin