> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# LGBTI+: Mijar yek e lê li tevahîya cihanê bertek cuda ye
- URL: https://www.botantimes.com/lgbti-mijar-yek-e-le-berteka-hemu-cihane-cuda-ye/
- Published: 2023-03-22T19:47:17.000Z
- Updated: 2023-03-22T19:47:17.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

*Wêne: Murat Bayram* /Arşîv

[Ji bo Ingilîzî Bitikîne](https://www.botantimes.com/lgbti-the-issue-is-the-same-but-reactions-are-different-all-over-the-world/)

Di cîhana îroyîn da bi saya cudakarî û marjînalbûnê mirov her ku diçe zêdetir bala xwe didin ser wekhevîyê. Lê di gelek welatan da hejmara kesên ku ji ber nasnameya xwe û meyla xwe ya zayendî tên cudakirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe.

Her çendî kesên LGBTI+ di gelek civakan da bi perspektîfên xwe yên cuda cih bigirin jî, di heman demê de ew ji alîyê civakê ve tên cudakirin.

Mînaka herî nêz a îsal ew bû ku di pîrozbahîya Newroza Amedê da ji alîyê komek zilaman ve êrîş li LGBTI+yan hat kirin.

Wan êrîşkaran xwestin ku alayên LGBTI+yan bînin xwarê û piştre hewl dan wana lînç bikin.

Di dema êrîşê da Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TIP) ji bo alîkarîya LGBTI+yan hatin, lê êrîş li wan bi xwe jî hat kirin.

Ev koma xortan ku xwe wekî ‘Neteweperestên Kurd’ pênase dikin, berîya Newrozê vê êrîşê plan û organîze kiribûn.

Komê li ser medyaya civakî peyamek weşandibû:

> Eger hûn alayên TÎP û LGBTI+yan ên ku tu eleqeya wan bi Newrozê û Kurdîtiyê re nîne bibînin, dikarin bi alayên wan agirê Newrozê pêxin.

Li Tirkîyeyê rewşa kesên LGBTI+yan çiqasî xerab be jî li welatên din yên cîhanê ne wisa ye.

**Zewacên hevzayendan yên jina li gorî meran zêdetir in**

Parlamenterê Partîya Çep a Lîberal Demokratên 66 (D66) Boris Dittrichî, di sala 1994an da pêşnîyar kiribû ku zewaca hevzayendan bila biqanûnî be. Lê ji alîyê gelek koman û taybetî muhafazakaran ve bertek hatibûn nîşandan.

Wî piştî 6 salan kampanyaya xwe berdewam kir. Hewldanên Dittrichî encam dan û di 1ê Nîsana 2001an da Hollanda bû welatê yekem ku zewaca hevzayendan kir qanûnî.

Li gorî Enstîtuya Îstatîstîkê ya Hollandayê (CBS), lî vê welatê zewaca hevzayendan zêdetirî 20 hezaran e.

Di 5 salên dawî da li Hollandayê bi giştî 751 zewacên jinan û 619 zewacên mêran bûne.

**"Mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek"**

Serokê berê yê Dêra Katolîka Papa Francesco gotibû ku "mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek".

Papa di Festîvala Fîlman a Romayê ya li Îtalyayê da piştî belgefîlmê "Francesco"ê axivîbû:

> Mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek. Ew jî zarokên Xwedê ne û mafê wan jî heye ku bibin xwedî malbatek. Divê ev mafê ji tu kesî neyê standin. Ew yek dikare bi yasaya sendîkaya sivîl bê parastin. Ez vê fikrê diparêzim.

Edîtorî: Yonca Sarsilmaz