> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Amedê dê şeva lîstoka 'Çênebû'yê pek bê
- URL: https://www.botantimes.com/li-amede-de-seva-listoka-cenebuye-pek-be/
- Published: 2023-06-10T17:59:23.000Z
- Updated: 2023-06-10T17:59:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Amedê dê ji alîyê Nûhevê şeva lîstoka Çênebûyê bê lidarxistin.

Bername dê di 13ê Hezîranê seat 19.30an da li Peron Pubê yê Amedê bibe.

**Yek ji Avakarê Nûhev'ê Robin Askar ji Botan Times'ê ra behsa lîstoka Çênebû'yê kir.**

Çênebû listokeke bêjeyi û bişahînet e ku dikare bi malbatê re jî bê lîstin.

Di Çenebûyê da du tîm hene û hejmara lîstikvanan wekhev in.

Ji bo destpêkirina listokê yek ji tîmê ji kartên lîstinê 5 heb hildibijêre.

Hema ku berdevk kaxiz werdigire, dem dest pê dike û demjimêr tê zivirandin.

Lêbelê peyvên qedexe ji bo danasîna peyvê nayên bikaranîn. Ji bo vê yekê, yek ji tîma dijber li kartê dinihêre û kontrol dike ka peyva qedexe tê bikaranîn.

Tîm dema ku kartan dizanin pûanan qezenc dikin.

Armanca Çenebûyê ku tê de gelek bêje hene ev e ku peyva ku li ser kartê hatiye nivîsîn bêyî bikaranîna peyvên qedexe zanîn e.

**Bername bêpere ye û herkes dikare beşdar bibe.**