> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Li Amedê di 200 avahiyan de ziyanên mezin hene"
- URL: https://www.botantimes.com/li-amede-di-200-avahiyan-de-ziyanen-mezin/
- Published: 2023-02-12T15:03:07.000Z
- Updated: 2023-02-12T15:03:07.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, Amed, İnşaat, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/DSC00201.jpg)

Piştî erdhêjê li Amedê yek ji avahiyên ruxiyayî-Dîyar Galeria

Piştî erdhêja ku wekî kareseta sedsalê tê binavkirin Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Tirkiyeyê Murat Kurum dîyar kir ku li 10 bajaran di 24 hezar û 921 avahiyan de ziyanên mezin hatine tespitkirin.

Li bajarê Amedê ji jî erdhêjê 7 avahî bi tevahî ruxiya, hejmara miriyan jî 321an derbas kiriye.

Rewşa avahiyên li bajarê Amedê me ji Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz pirsî.

"**Zirar bêtîr di avahiyên qeçaxde ye**"

> Endamên me niha bi dildarî bi koma Jingeh û Bajarvaniyê ya Amedê re li avahiyên bajar digerin. Armanca me ew e ku xisarên piştî erdhêjê derxînin hole. Heta niha me di 200 avahiyan de xisarên ciddi tespit kir. Dîyar e hejmarê bilind bibe ji ber ku xebatên me hêj didome. Avahiyên zirar dîtine divê di demek nêz de bên ruxandin û li şuna wan avahiyên nû bên çêkirin.  
>  
> Mahsum Çiya

Wî diyar kir ku ew niha kar û xebatên xwe bêtir li navçeya baglarêli taxên Şehitlikê didomîn. Korkmaz sedema wî jî wiha tîne ziman;

> Li van deran avahiyên kevn û bi kaçaxî hatiye çêkirin gelek e. Gelek ji wan jî bêyî ku endazyereke bibîne hatiye avakirin. Ji ber wê em rîska mezin li van deran dibînin.  
>  
> Mahsum Korkmaz

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/mahsum-ciya-korkmaz-1.jpg)

Serokê Odeya Endazyarên Amedê -Mahsum Çiya

Li gor Çîya, pirsgirêka herî mezin di rayedarên hikûmetê de ye û dibêje,

> Hikûmet pergaleke bi navê "imar barışı" derxist û rê li ber avahiyên qeçax neqanûnî vekir. Bi hezaran kes bi pereyan vê mafê wergirtin û avahiyên qaçax avakirin."  
>  
> MAhsum çiya

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/deprem-yukardan-goruntu.jpg)

Piştî erdhêjê bajarê Hatayê

Erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku bi navenda Mereşê pêk hat 10 parêzgehan wêran kir.

Li gor daneyan heta niha 29 hezar kes mir. Bi deh hezaran jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Wezîrê bajarvaniyê dîyar dike ku piştî erdhêjê heta niha li 10 parêzgehan 171 hezar û 882 avahî hatine lekolîn kirin.