> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Amedê karkerên firinan dest ji kar berdan
- URL: https://www.botantimes.com/li-amede-karkeren-firinan-dest-ji-kar-berdan/
- Published: 2023-01-16T13:57:18.000Z
- Updated: 2023-01-16T13:57:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, çalışan, Diyarbakır, fırın, işçi, karker, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/e37e9a93-4c78-40d0-8214-fd92a48b8349.webp)

Karkerên firinan ên Amedê ji bo ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin li Deriyê Çiyê çalakiya rawestandina kar lidar xistin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/10d76a70-21ab-433b-89e7-13b39eab7fc8.webp)

Karkerên tevlî çalakîyê bûn bi yek dengî gotin, "Em heqê keda xwe dixwazin"

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/86c81dbc-f901-4d7c-804a-8908b46c5c04.webp)

Nîhat Guneş jî yek ji wan karkeran ne ku ji halê xwe gelek aciz e.

Guneş dîyar dike ku ew ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin û dixwazin her kes li çalakiya wan xwedî derbikeve. Wî got,

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/e3fc2947-687e-4da9-8baa-b0daf2d57610-1.webp)

"**Em bedelên giran didin”**

> Li gel ku em di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin.  
>  
> Xebatkarê Firinê Guneş

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/2780fd58-39d6-44fa-9b0b-0204343d66bc-_1_.webp)

> "Daxwaza me ew e ku mercên xebata me bên başkirin û heqê keda me were dayîn. Banga me ji bo rayedar û karmendan ev e; bi bêdengiya xwe deriyên debara me negirin.”   
>  
> Xebatkarê Firinê Guneş

Wenê: Jan Belek